‘Bi hevgirtina jinan dê Sûriyeyeke demokratîk ava bibe’

Jinên ji bajarê Hesekê diyar kir ku divê Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin û nenavendî be, bi edalet û wekehî be, her wiha diyar kirin ku bi hevgirtina jinan dê Sûriyeyeke demokratîk ava bibe.

‘Bi hevgirtina jinan dê Sûriyeyeke demokratîk ava bibe’
21 kanûn, 2025   03:45
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Jinên Kurd, Ereb û Ermen têkildarî Sûriyeyeke demokratîk û rola jinan di avabûna Sûriyeyê de, ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.

Hevseroka Meclisa Civaka Ermen a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê Arev Nirsis Qasabiyan diyar kir ku hêviya gelê Sûriyeyê û jinan Sûriyeyeke nenavendî ye û wiha got: “Hêviya tevahî gelan û jinan e ku Sûriyeyeke demokratîk, wekhev û biedalet bê avkirin. Em naxwazin di sîstema nû de yek reng, yek ziman û yek çand hebe. Divê pêkhateyên Sûriyeyê jî neyên paşguhkirin.”

Arevê diyar kir ku daxwaza jinan avakirina Sûriyeyeke demokratîk û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Em dixwazin hemû pêkhateyên di Sûriyeyê de mafê xwe biparêzin û Sûriyeyê jî biparêzin. Divê her pêkhateyek rola xwe bilîze. Divê her jinek û civakek bi reng, çand û nasnameya xwe bijî.”

Arevê got jin di civakê de pêşeng in û wê di sîstema Sûriyeya nû de jî pêşeng bin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Jin divê di saziyên xwe de bibe pêşeng. Her jinek di aliyê siyasî, civakî û çandî de xwe xurt bike û xebatê xwe di Sûriyeyê de bide meşandin. Guhertin û veguhertina di Sûriyeyê bê kirin, wê bi destê  jinê be û şarestaniyek nû jî bi destê jinê bê afirandin.”

Endama Meclisa Bajarê Hesekê Rojîn Elî wiha jî wiha got: “Em wek jin di Sûriyeya nû de mafê xwe bi dest bixe û rola xwe di avakirinê de xurttir bikin. Ji bo avakarina Sûriyeyeke demokratîk pêwîst e ku jin bi rola xwe rabin û xwe di aliyê rêxistinê û perwerdekirinê de xurttir bikin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bigihînin tevahî jinên Sûriyeyê, kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Tirkman û ji bo pêşxistina wan û bi rêxistinkirina wan em xebatên xwe xurttir bikin.”

Endama Ofîsa Rêxistînî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Lîne Zahêr jî diyar kir ku demokarratîkbûnê Sûriyeyê wê hevkariya bike. Parastina mafê pêkahteyan û beşdarbûna jin û ciwanan û bi taybet jî beşdarbûna jinan dê Sûriyeyeke demokratîk ava bibe.

Lîneyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê jinên Sûrî cihê xwe di qada Siyasî, civakî û çandî de bigrin. Jinan di aliyê Siyasî, leşkerî, civakî û dîrokê de navên xwe nivîsandin. Wê niha jî jin di Sûriyeyê demokratîk de cihê xwe bigrin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikarin ji jinên Sûriyeyê re bibin pêşeng û di nava wan de jî xebatên xwe xurt bikin.

(h)

ANHA