Şandeya ewropî serdana Reqayê kir

Parlamenter û rojnamevanên ewropî serdana Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Reqayê kir.

Şandeya ewropî serdana Reqayê kir
Şandeya ewropî serdana Reqayê kir
Şandeya ewropî serdana Reqayê kir
Şandeya ewropî serdana Reqayê kir
Şandeya ewropî serdana Reqayê kir
Şandeya ewropî serdana Reqayê kir
Şandeya ewropî serdana Reqayê kir
25 ÇILE, 2025   23:58
REQA

Desteya Kombûna Jinan a zenûbya şandeya ewropî pêşwazî kir. Di pêşwazîkirinê de berdevka Kombûna Jinan a Zenbûya Xûd Îsa behsa kar û xebatên kombûnê kir û got: "Kombûn, saziyeke jinan e, li ser pêkanîn azadiya jinan û birêxistinkirina wan di ware jinan de dixebite. Jinan di serdema rejîma berê û DAIŞ`ê de gelek zehmetî kişandin û hatibûn paşguhkirin. Lê piştî avakirina kombûnê, êdî cihê jinan di civakê de xwedî girîngiyek e."

Xûd wiha domand: "Sala 2011`an jin tev li şoreşa li dijî rejîma berê bûn. Şoreşê jiyan li me vegerand. Lê piştî ku komên çekdar ku herî dawî jî DAIŞ`ê gelek herêm kontrol kirin, aloziya Sûriyeyê ji armancên xwe bi dûr ket. Êşên jinan di sedema DAIŞ`ê de zêdetir bûn. Jin hatin paşguhkirin û ji qadên jiyanê hatin dûrxistin. Hatin kuştin, recimkirin û firotin. Ji mafên xwe yên herî besît mehrûm bû."

Xûd ev li gotinên xwe zêde kir: "Piştî berxwedana Kobanê û piştî ku jinan bi hêz li hember DAIŞ`ê şer kir û ew ji bajêr derxist, hêviya me vejiya. QSD û Koalîsyona Navneteweyî û YPJ`ê DAIŞ tune kir û herêmên dagirkirî rizgar kirin."

Şandeya ewropî der barê rewşa Minbicê de piştî ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hate dagirkirin, pirsîn. Nûnerên kombûnê, diyar kirin ku rewş li Minbicê felaket e. Bajar tê talankirin û dizîn. Destdirêjî li jinan tê kirin. Di heman demê de aşkera kir ku li Minbicê Kombûna Jinan a Zenûbya hate avakirin ku malên lihevhatinê, komîteyên aboriyê ava kirin û roleke pêşeng di civakê de lîst.

Der barê destûra Sûriyeyê ya nû de nûnerên kombûnê destnîşan kirin ku divê jin rola xwe ya pêşeng di civakê de bilîze, divê mafên xwe bi dest bixe, divê di diyaloga nîştimanî de rol bilîze û tev li çareseriya siyasî bibe.

Şandeya ewropî di dawiya serdanê de diruşma "jin, jiyan, azadî" berz kir.

(şx/fr)

ANHA