`Divê Sûriyeyeke pirreng bê avakirin’

Şêniyên Kantona Firatê anî ziman ku divê mafê hemû pêkhateyan di Sûriyeyê de were parastin û Sûriyeyeke pirreng were avakirin.

`Divê Sûriyeyeke pirreng bê avakirin’
29 tebax, 2025   06:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Şêniyên Kantona Firatê têkildarî Sûriyeke nenavendî û pireng û mafê hemû pêkhateyan di nava Sûriyeyê de were parastin, ji ANHA`yê re nêrînên xwe anîn ziman.

DIVÊ MAFÊ PÊKHATEYAN WERE PARASTIN

Nisrîn Mihemed Hemî der barê hilweşîna rêjîma Beesê û hatina desthilata heyî de got: "Dema ku rêjîna Beesê hat hilweşandin, li şûna wê hukumeteke radîkal hatiye. Rewşa Sûriye ku heta demekê wiha be, ku hîna komkujî, qetilkirin û destdirêjî li ser jinan were kirin, wê demê wê Sûriyê ber bi xetimandinekê ve biçe. Weke tê zanîn ku ew komkujiyê ku di derheqê gelê me yê Elewî û Durzî hatî kirin, ev tişte bê exlaqî bû. Divê hukumeta veguhêz mafên pêkhateyan di nava Sûriyê de biparêzin."

DAXWAZA ME SÛRIYEKE NENAVENDÎ YE

Nisrîn diyar kir ku ew wek şêniyên Kobanê dixwazin Sûriye, ne Sûriyeke navendî bê û wiha got: "Daxwaza me tenê Sûriyeke nenavendî were avakirin û pireng be û mafê hemû pêkhateyên di nava Sûriyê de jiyan dikin were parastin. Lê weke her kes dibîne ku ev hukumeta ku hatî ser hukum nikare mafên hemû pêkhateyan biparêze. Ji ber ku em dixwaze Sûriyeke navendî bê, lê em dijî vê fikrê ne, daxwaza me Sûriyeke ne navandî were avakirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê gelên Kurd, Ereb, Aşûr, Suryen û Xiristyan jiyan dikin û mafê wan weke hemû pêkhateyên din hete, em dixwazin di Sûriyê de ev tişt pêk were."

SÛRIYE JI MAFÊ HEMÛ PÊHATEYANE

Xûnav Bozan da zanîn ev bû demeke dirêje Sûriye bi giştî di nava aloziyeke şer re derbas bûn ji bo ku azadiya hemû pêkhateyan di nava Sûriyê de biparêzin û got: "Hukumeta Sûriyê ya veguhêz dixwaze Sûriyeke navendî avabike, em tu carî vê yekê qebûl nakin ji ber Sûriye ji mafê hemû pêkhateyan e."

Xûnav destnîşan kir ku dema hukumeta veguhêz destûrên xwe didin avakirin, tenê yek netewî digirin dest: "Em dixwazin ew pêkhateyên ku di nava herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyan dikin û xwedî mafin, divê Sûriyê tevahî wek sîstema herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin."

Esmet Qeredep ber kişand ser hovîtiya ku li ser gelê Durzî û Elewê pêk hatî û got: "Çeteyên ku bi awayekî hovane êrişî gelê Durzî û Elewî kirî, divê hesab ji hukumeta veguhêz were xwestin. Divê gelê Durzî û Elewî xwe wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerde bikin. Em ê her tim ji bo Sûriyeke demokratîk û nenavendî têkoşîn bikin."

ANHA