Sine Jin jinên ciwan fêrî xebatên sînemayê dike

Sine Jin Rojava ku di destpêka sala 2023’an de xwe birêxistin kiriye, jinên ciwan fêrî xebatên sînemayê dike. Rêvebera Sine Jin Dîrok Artos dibêje, “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengiya şoreşê kirin, nêrîna cîhanê ya ji bo jin bi guherîn, Dixwazin jin pêşengiya hunerê bike”.

Sine Jin jinên ciwan fêrî xebatên sînemayê dike
Sine Jin jinên ciwan fêrî xebatên sînemayê dike
Sine Jin jinên ciwan fêrî xebatên sînemayê dike
Sine Jin jinên ciwan fêrî xebatên sînemayê dike
Sine Jin jinên ciwan fêrî xebatên sînemayê dike
29 tebax, 2025   04:25
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Sine Jin Rojava weke beşê sînema yê Hîlala Zêrîn a Rojava di çileya sala 2023’an de dest bi xebatên xwe yên amedekariyê kir. Xebatên amedekariyê bi perwerdeyê dest pê kir. 

Rêvebera Sine Jin Rojava Dîrok Artos armanca avabûna Sine Jin Rojava wiha vegot: “Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşek pêk hat. Girêdayî wê jî hinek pêwîstiyên civakî jî derketin pêş û yek ji van jî beşê hunerê bû. Beşê sînema jî pêwîstiyek bû. Xebatek giştî li ser sînema hebû, lê pêwîstiyek bi sînemaya jin hebû. Jin çawa vê hunerê bikin, bi aqlê xwe û hestê xwe hunereke çawa di beşê sînema de pêş bixin? Li ser esasê vê jî nîqaş çêbûn. Encama van nîqaşan biryarek hat girtin. Pêwîstî pê heye ku jinên ciwan di beşa sînema de xwe pêş bixin.”

SÊ PERWERDEYÊN BERFIREH

Endamên Sine Jin Rojava ji bo van armancên xwe pêk bînin pêwîstî bi xwebirêxistinkirin û perwerdeyê dîtin.

Di 2’ê Çileya 2023’an de perwerdeya xwe ya yekemîn li navenda Hîlala Zêrîn a bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin. Perwerdeyê mehekî berdewam kir û 25 jinên ciwan beşdarî perwerdeyê bûn. Di perwerdeyê de dersên pênasîna kompîterê, kamera û montajê hatin dayîn.  

Dîrok Artos dibêje ku ev perwerde ji bo meyla jinên ciwan ji bo xebatên sînema analîz bikin, rêbazên fêrbûnê bizanin hat dayîn.

Piştî perwerdeya yekemîn dest bi çêkirina cihekî hat kirin û li taxa Kornîş a bajarê Qamişloyê, li gorî pêwîstiyên xwe cihek çêkirin.

Perwerdeya duyemîn di 4’ê Gulana 2024’an de dest pê kirin. Heman endaman 4 mehan perwerdeya sînema dît. Vê carê bernameya dersan berfirehtir bû. Endaman li ser beşên (dîroka hunerê, dîroka sînema, senaryo, make up, derhênerî, dahûrandina film, deng, cast, çîrokbêjî, cil û berg, montaj û têkiliyên hevaltiyê” perwerde dîtin.

Perwerdeya sêyemîn di 3’ê Tebaxa 2025’an dest pê kir û hîna jî didome. Li gel 8 endamên sabit 20 jinên ciwan beşdarî perwerdeyê bûne. Dê perwerde hetanî 20’ê Îlona 2025’an bidome. Li ser beşên (girîngiya perwerdeyê, pêlên hunerê, pêlên sînema, dîroka sînema, senaryo, rejî, mîtolojî, derhênerî, jin û derhênerî, derhêneriya hunerê, make up, cast, lîstokvanî, cil û berg, sosyolojiya hunerê, pre production, post production, production, mûzîka film, wêne û estetîk, analîza karekter, ziman û dîksiyon, hêmanên avakirina dîtin, consepta dokumentary, consepta reportage, jin û huner, deng, rîtma hunerê, dahûrandina film, montaj, kamera, çêkirina proje) perwerde tê dîtin.

Endama Sine Jin Rojava Şerda Osman ku dixwaze di beşê kamera derhêneriya dîmen de pispor bibe û niha beşdarî perwerdeyê bûye wiha got: “Em bi hezkirinek mezin beşdarî perwerde û xebatê dibin. Em hem pratîkî hem teorî ders dibînin. Di nava perwerdeyê de projeyan çêdikin, bi ekîb li ser kar dikin.”  

Dîrok Artos jî li ser perwerdeyan wiha got: “Tevayî endam di hemû beşan de perwerde dibînin. Lê kî dixwaze xwe di wî beşî de pêş bixe, xwe di wir de kûr dike. Lê li gorî pêwîstiyan jî heval kar dimeşînin”.

JI BO CERIBANDINÊ 14 KURTEFILM

Di nava salekî de endaman ji bo ceribandin 14 kurtefilm çêkirin. Herî dawî bi Studyoya Mizgîn a Hîlala Zêrîn re klîba Tol çêkirin. Dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên sînema, bi taybet xebatên Komîna Film a Rojava çêdibin, endamên Sine Jin jî beşdar dibin.

Dîrok Artos destnîşan kir ku di nava aloziyên dawî yên li Sûriyê, ketina rejîma Esad, koçberbûna gelê Şehbayê û berxwedana Bendava Tişrînê de endamên wan daketine qadan û bûyer belge kirine û got: “Em dixwazin hevalan fêrî çanda sînemaya şoreşgşerî û exqalê sînemageriya di nava şoreşgê de bikin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengiya şoreşê kirin, nêrîna cîhanê ya ji bo jin guherîn, em jî dixwazin jin pêşengiya hunerê bike”.

ANHA