5 gundên Efrînê kirine baregehên leşkerî

Dewleta Tirk a dagirker ku guhertina demgorafî û çandî ya Efrînê didomîne 5 gund veguherandin cihên leşkerî yên girtî û rê nade vegera niştecihên wê yên resen.

5 gundên Efrînê kirine baregehên leşkerî
5 gundên Efrînê kirine baregehên leşkerî
5 gundên Efrînê kirine baregehên leşkerî
5 gundên Efrînê kirine baregehên leşkerî
5 gundên Efrînê kirine baregehên leşkerî
5 gundên Efrînê kirine baregehên leşkerî
5 gundên Efrînê kirine baregehên leşkerî
5 gundên Efrînê kirine baregehên leşkerî
5 gundên Efrînê kirine baregehên leşkerî
5 gundên Efrînê kirine baregehên leşkerî
5 gundên Efrînê kirine baregehên leşkerî
5 gundên Efrînê kirine baregehên leşkerî
5 gundên Efrînê kirine baregehên leşkerî
29 tebax, 2025   03:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

8 sal e Efrîn di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye. Piştî hilweşîna rejîma Baasê waliyê Tirk ê berpirsê "Meclisa Xwecih a Efrîn" qebûl nekir ku herêm û meclisên wê yên xwecih radestî hikumeta Şamê bike. Waliyê navborî di Çileya îsal de gotibû mijar wê bi hikumeta Şamê re were nîqaşkirin û rêveberiya herêma Efrînê dê rasterast di bin çavdêriya Tirkiyeyê de bimîne.

Li avahiyên sivîl, leşkerî û ewlehî yên derdora Nexweşxaneya Avrînê alên Tirk hatin hildan û bêyî destûrê jî qedexe ye mirovî nêzî van avahiyan bibin an jî wêne û dîmenên wan bikişînin. Dewleta Tirk a dagirker ewlehiya li herêmê kontrol dike, saziyên xizmetguzarî û îradarî jî di bin çavdêriya wê de tên birêvebirin. Tevahî afîşe bi zimanên tirkî û erebî ne.

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya polîtîkayên tirkkirina çand û demografiya herêmê de Çerxerêya Kawayê Hesinkar ku piştî dagirkirina Efrînê yekser ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû rûxandin, par  jî li şûna wê çerxerêya "Şaxê Zeytûn" ava kir. Her wiha navê Çerxereya Azadî kir, "Qada Ataturk", navê Çerxerêya Newroz jî veguherand "Çerxerêya Selahedîn El Eyûbî".

Benda kontorlê ya li çatrêya gundê Kokanê yê bajarê Mabata yê gundewarê Efrînê di bin çavdêriya îstîxbarata Tirk de ye. Efserên Tirk erebe û ajokarên di bendê re derbas dibin kontrol dikin.

Avahiya Seraya (Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a beriya dagirkiriyê) ya li naverasta bajarê Efrînê bûye cihê "Waliyê" Tirk, ku berpirs û leşkerên  artêşa Tirk a dagirker lê dimînin.

8 SALÊN DAGIRKIRINÊ

Ji dema dagirkirina Efrînê (18ˊê Adara 2018) ve, zêdetirî 778 sivîl li qadan hatin qetilkirin. Her wiha qetilkirina 105 jin hatine belgekirin, nêzî mîlyon darên zeytûnan û darên din ên daristanî hatin birîn, zêdekirî 59 gir û cihên dîrokî û embar hatin xirabkirin û wêrankirin, zêdekirî 28 mezarên ol û baweriyan hatin rûxandin.

Hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê binpêkirinên li dijî niştecihên resen, mal û milkên wan û jîngehê guhertina demografî û çandina herêmê didomînin.

Di Nîsana îsal de, revandina 5 kesan hate belgekirin, cenazeyê kesek bi temen hat dîtin, bi armanca diziyê jî êriş 8 kesan hate kirin, sûcên diziya mal û milkan jî berdewam dikin. Her wiha 715 darên zeytûnan hatin birîn, li Qitmê û Hec Hesna qadên mezin ên daristanan hatin kolandin.

Di Gulanê de 2 jê zarok 4 kes hatin qetilkirin, yek jê zarok êriş li 4 kesan hatine kirin, 55 darên zeytûnan hatin birîn û 4 cihên daristanî hatin kolandin.

Di Tîrmehê de, yek jê zarok 4 kes hatin qetilkirin, îşkeneke li 4 kesan hatiye kirin, bi dehan hêktar daristanên çiyayê Efrînê, bi taybetî çiyayê Hec Hesna û gundê Belîlka hatin şewtiandin.

Di Tîrmehê de 11 kes hatin revandin û heya niha aqûbeta wan nayê zanîn. Îşkence li 8 kesan hatiye kirin, daristanên Hec Hesna, Erendê, Termîşa, Xirabî Şera, çiyayê Qerebîlê, gundê Derwîş jî hatin şewitandin.

Di vê Tebaxê de 3 kes hatin revandin, îşkence li kesekî hat kirin, ciwanê bi navê Cîhad Rîfet Hesen jî hat gulebarankirin, lê ji mirinê filitî.

VEGERA FERDÎ

Li gorî Komîseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî nêzî nîv mîlyon penaberên Sûriyeyê vegeriyane warên xwe, lê vegera koçberên Efrînê li cih û warên xwe sînordar û ferdî bû. Sedema vê yekî jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ye ku rojane sûc û binpêkirinan dikin.

Di 10’ê Adarê de QSD’ê û hikumeta Şamê peymanek îmze kir. Yek ji bendên peymanê garantiya vegera koçberan û parastina wê ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve ye. Rayedarên dosyaya koçberan ên Rêveberiya Xweser di hevdîtinên xwe yên li Sûriyeyê û derve de ev mijar kirin rojevê.

Di Nîsanê de jî di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û hikumeta Şamê de peymanek hat îmzekirin. Di peymanê de dosyaya Efrînê wekî beşek îdarî ji Helebê ye hat destnîşankirin, her wiha mekanîzmeya vegera niştecihên wê hatiye vegotin. Şêwirmendê Rêveberiya Xweser di 16’ê Nîsanê de aşkera kiribû ku lihevkirinek bi nûnerên Şamê re çêbûye da ku civînek ji bo diyarkirina plana xebatê û vegera koçberên Efrînê were lidarxistin. Lê heya niha hikumeta Şamê ne xwedî biryar e, lê biryar di destê dewleta Tirk a dagirker de ye.

GUNDÊN EFRÎNÊ BÛNE BAREGEH

Çalakvanê hiqûqî Îbrahîm Şêxo ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker û kesên li Efrînê hatine bicihkirin sûcên qetilkirin, revandin, desteserkirina milkan û standina pereyan didomînin.

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku 5 gund hîna di bin çavdêriya rasterast a dewleta Tirk a dagirker de ne û ev agahî dan: "Gundên Çiyê û Derwîş ên bajarê Racoyê, gundê Şêxorzê yê girêdayê bajarokê Bilbilê, gundên Basilê û Cilbirê yên bajarê Şêrawayê, rasterast di bin çavdêriya Tirk de ne ku baregehên leşkerên Tirk lê hene."

Şêxo da zanîn ku ev gund bûne baregehên dagirkeran û vegera koçberan a li van gundan qedexe ye.

Çalakvan Îbrahîm Şêxo di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê dewleta Tirk û çeteyên û kesên lê hatine bicihkirin ji Efrînê derkevin, divê vegera komî ya koçberan were garantîkirin, rêveberiyek ji şêniyên Efrînê were avakirin.

(bb)

ANHA