‘Azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsogeriya serxistina pêvajoya aştiyê ye’

Jinên ji kantona Cizîrê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got azadiya wî mîsogeriya yekane ya serxistina pêvajoya aştiyê û avakirina civakeke demokratîk e.

‘Azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsogeriya serxistina pêvajoya aştiyê ye’
26 îlon, 2025   07:30
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Desthilata Tirk der barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk de ku Rêber Abdullah Ocalan kiriye, tu gav neavêtine û tecrîda li ser wî jî didomîne.

Jinên ji kantona Cizîrê diyar kir ku serxistina pêvajoya aştiyê girêdayî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Jinan da zanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza gel û tevahî jinan e.

Şêrîn Dawûd a ji bajarê Qamişloyê got jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne, lê ya ku niha li ser erdê rû dide naghêje asta serxistina pêvajoya aştiyê.  Şêrînê anî ziman ku tenê Rêber Abdullah Ocalan dikare vê pêvajoya hesas bi rêve bibe û ber bi aramiyê ve bibe.

Şêrîn Dawûd destnîşan kir ku jin ji ber pergalên kapîtalîst zor û zehmetiyan dikişînin û wiha dom da axaftina we "Tenê Rêber Abdullah Ocalan çareserî ji pirsgirêkê û gelek pirsgirêkên din re pêşkêş kirin. Ji ber vê yekê jî divê Rêbertî were azadkirin da ku karibe vê pêvajoyê ber bi aştiyê ve bibe."

Zîlan Roj a ji Girkê Legê jî anî ziman ku banga Rêber Abdullah Ocalan li ser asta navneteweyî bi berfirehî hat pêşwazîkirin, lê tevî vê yekê jî dewleta Tirk a dagirker tecrîda li dijî wî didomîne. Zîlan bang li hêzên navneteweyî kir ku zextê li Enqereyê bikin bila dawî li van siyasetên xwe bîne.

Mura Zoro ya ji Amûdê jî banga Rêber Abdullah Ocalan bi "dîrokî" nirxand û got, ev bang berhema têkoşîna wî ya bi dehên salan e. Murayê îşaret pê kir ku gava yekemîn a serxistina vê bangê bi azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê dike û got, divê Tirkiye û civata navneteweyî jî gavan biavêjin.

Mura Zoro got gelê Kurd bi saya Rêber Abdullah Ocalan ji berê ve xwedî hişmendiyeke siyasî, leşkerî û rêxistinî ye û anî ziman ku jin dê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

(bb)

ANHA