‘Dijmin li ser tiştekî bêrêz dibin yek, çima em ji bo mafên rewa nebin yek?’

Wêjevan û mamosteyê Zanîngeha Rojava Beşîr Mele Newaf got “Divê partiyên Kurdan ji dijminên xwe fêr bibin; ew çima li ser tiştekî bêrêz dibin yek, çima em ji bo mafên xwe yên rewa nebin yek? Çima em nikarin sîwaneke neteweyî ava bikin? Ji bo vê jî erkeke wijdanî ye ku kesên rewşenbîr û zana partiyan bînin ser yekitiya Kurdan.”

‘Dijmin li ser tiştekî bêrêz dibin yek, çima em ji bo mafên rewa nebin yek?’
21 sibat, 2026   02:35
QAMIŞLO
BÊRÎTAN ÎRLAN

Di 6’ê Çileyê (2026) de bi hevkariya gelek dewletên herêmî û navneteweyî çeteyên dewleta Tirk, çeteyên DAIŞ’ê û hêzên hikumeta demkî yên Şamê êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir. Wan êrişan heta 29’ê Çileyê li herêmên Dêrhafir, Tebqa, Reqa û Dêrazorê ku girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, berdewam kir. Bajarên Rojavayê Kurdistanê Kobanê, Hesekê û Girgê Legê jî rastî êrişên dijwar hatin. 

Gelê Kurd ev êriş wek duyemîn Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê pênase kir. Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li dijî van êrişan ket nava seferberiyeke mezin. Li hemberî êrişan banga yekitiyê li partiyên siyasî yên Kurd kirin. Ji qadên huner, çand û wêjeya kurdî jî bangên yekitiyê hatin kirin.

Wêjevanê Kurd û mamosteyê Zanîngeha Rojava Beşîr Mele Newaf li ser girîngiya yekitiya Kurdan ji ajansa me re axivî.

‘DIVÊ EM PÊVAJOYA MEHEKÊ BIXIN BIN LÊKOLÎN Û REXNEDAYÎNÊ’

Beşîr Mele Newaf bal kişand ser peymanên Lozan û Syks Pîkot ku beriya sed salî li dijî hebûna gelê Kurd hatibûn îmzekirin û wiha axivî: “Êriş û berxwedana li Rojavayê Kurdistanê di meha dawî de pêk hat, encama sed salî ye. Encamên erênî û neyînî derxist holê. Hem di aliyê wêjeyî ve, hem di aliyê siyasî de pêwîste em vê pêvajoyê bixin bin lêkolîn û rexnedayînê de. Ji bo em sibê van destkeftiyên bi xwîn û xwihdanê hatine bidestxistin biparêz in.”

Beşîr Mele Newaf diyar kir ku binpêkirinên çeteyan kirine li wijdana Kurdan xist û wiha berdewam kir: “Kurdan baş fêm kir ku gelek bê statûya siyasî û civakî bê dê hertim bibe qurbanên armancên wiha bêexlaq.”

‘DIVÊ REWŞENBÎR LI GEL KOLANÊ BIN’

Beşîr Mele Newaf yekbûna dijminên Kurdan li ser qirkirinê bi bîr anî, bang li partiyên Kurdî kir ku hinek ders ji dijminên Kurdan derxin û wiha got: “Dema doza Kurd derdikeve ser dikê, dewletên dagirkerên Kurdistanê li gel nakokiyên xwe û dijminahiya xwe ya bi salan jî dibin yek. Weke segê har êriş dikin. Divê partiyên Kurdan ji dijminên xwe fêr bibin û bêjin, ew çima li ser tişteke bêrêz dibin yek, çima em ji bo mafê xwe yê rewa nebin yek? Çima em nikarin sîwaneke netewî ava bikin? Ji bo vê jî erkekî wijdaniye ku kesên rewşenbîr û zana, em beşdarî kolanê bibin ku kolan bi yaqeya partiyan bigire û bînin ser yekrêzî û yekitiya Kurdan. Ji ber hat ispatkirin ku tişta guhertin û veguhertinên dawî bi xwe re anî yekitiya Kurdan bû. Ji bilî yekitiya Kurdan tu rê û rêbazên me yên din tune ne ku em karibin di aliyê siyasî û dîplomasî ve xwe bidin pejirandin.”

Beşîr Mele Newaf girîngiya wekhevî û hevrejiyîna gelan jî bi bîr xist û wiha qalê kir: “Em ne poşmanin ku em aştiya di nava gelan dixwazin. Me zikreşî li hemberî gelan nekiriye. Ji ber bi salan heta beriya Îslamê jî van gelan bi hev re jiyaye. Divê rewşenbîrên van gelan jî ev gelên hejar ên tên bikaranîn agahdar bin û nekin arduyên van planan.”

Beşîr Mele Newaf bal kişand ser rola rewşenbîran ji bo pêşengiya gel bikin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ronakbîr û rewşenbîr banga wijdan û hestên mirovahiyê dikin. Em divê bang li wijdana gelê xwe û gelên din bikin, em bêjin welatê me dergûşa mirovahiyê ye. Li ser esasê em têkiliyên paqij çêbikin, em ê karibin bi hev re bijîn. Xêr û xêratên vî welatî têra me tevahiyan dikin”.  

ANHA