‘Divê Kurd hewlesteke xurt li hember PDK’ê nîşan bidin’

Şêniyan bertek nîşanî PDK’ê da û bang li gelê Kurd û partiyên kurdî kir ku li hemberî pêkanînên PDK’ê helwesteke xurt nîşan bidin û dawî li xiyaneta wê bînin.

‘Divê Kurd hewlesteke xurt li hember PDK’ê nîşan bidin’
9 cotmeh, 2024   06:10
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Şêniyên bajarokê Girbawî yê kantona Cizîrê der barê tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta wê ya li gelê Kurd de nêrînên xwe anî ziman.

Idrîs Xelîl siyaseta PDK’ê wek xiyanet wesifand û got: "Di vê qonaxa çarenûsî ya girîng de ku gelê Kurd tê re derbas dibe pêwîstiya yekitiyê zêdetir dibe, lê em dibînin ku PDK şerê gelê Kurd dike. Ev yek cihê şermezarkiyê ye. Ev xiyanet bi xwe ye."

‘TÊKILIYA PDK’Ê BI KURDÎTIYÊ NÎN E’

Xelîl îşaret bi vê yekê kir ku Kurdiyatî tê wateya parastina welat û wiha dom da axaftina xwe "Rihê welatparêzî û Kurdîtiyê li cem PDK’ê nin e. Tu şerê berjewendiyên welatê xwe û gelê xwe bikî, tu ne Kurd î. Ev xiyanet e."

Xelîl bang li gelê Kurdistanê kir ku rastiyê bibîne, kesên li dijî berjewendiyên xwe kar dikin û xiyanetê dikin teşhîr bikin.

Xelîl bi domdarî diyar kir ku PDK’ê di nava partiyên Kurd de nayê hezkirin û wê xwe gihandiya vê rewşê.

‘BI NAVÊ KURDAN ŞERÊ KURDAN DIKE’

Leyla Şero anî ziman ku wek dayik helwesta wan a ji bo gelê Kurd û doza Kurd zelal e û wiha got: "Em kiryarên PDK’ê û tevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar dikin. Bi navê Kurdan, Kurdan dikujin. Dîrok dê rehmê li wan neke û wan efû neke. Em wan qebûl nakin. PDK nûnertiya gelê Kurd nake."

‘TEVKARIYA WÊ YA BI DAGIRKERAN RE NE NÛ YE’

Eseed Yûnis jî da zanîn xiyaneta PDK û tevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ne nû ye, zincîra xiyaneta bi salan a li dijî gelê Kurd e. Yûnis di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku PDK’ê ji bo temamkirina xiyaneta xwe ya li Kurdan kom û partiyên wekî ENKS û çeteyên tevkarên dewleta Tirk a dagirker û MÎT’ê ava kirine.

Yûnis diyar kir ku armanca PDK’ê ew e ku bi hemû rêbazan herêman Kurdan bixe metirsiyê û şerê şoreşa wan bike û di dawiya axaftina xwe de got: "PDK li diîj gelê Kurd kar dike. Berê û niha jî destê wê di rijandina xwîna gelê Kurd de heye. Em ê çawa partiya ku destê wê di rijandina xwîna keç û xortên me de heye, qebûl bikin. Helwesta me ya li hemberî xayinan zelal e. Em bang li partiyan Kurdan dikin ku li hemberî PDK’ê helwesteke xurt nîşan bidin."

(bb)