Çalakvanên li bendava Tişrînê: Bendav a hemû gelê Sûriyeyê ye, em bernadin

Tevî bombebaran û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çetyên wê jî berxwedana li bendava Tişrînê berdewam dike. Çalakvanên li bendavê got ew bendav a hemû gelê Sûriyeyê ye û mafê tu kesî nîn e ku wê dagir bike.

Çalakvanên li bendava Tişrînê: Bendav a hemû gelê Sûriyeyê ye, em bernadin
Çalakvanên li bendava Tişrînê: Bendav a hemû gelê Sûriyeyê ye, em bernadin
Çalakvanên li bendava Tişrînê: Bendav a hemû gelê Sûriyeyê ye, em bernadin
Çalakvanên li bendava Tişrînê: Bendav a hemû gelê Sûriyeyê ye, em bernadin
17 adar, 2025   11:52
BENDAVA TIŞRÊNÊ

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyan piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) didomînin û berxwedana li bendava Tişrînê dewam dikin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Reqayê Fatma Xelîl ku cara çaremîn e beşdarî çalakiya li bendavê dibe, got: "Bendava Tişrînê ya hemû gelê Sûriyeyê ye, ne tenê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Dewleta Tirk a dagiker bi hinceta parastina ewlehiya xwe êrişî bendavê û herêmên me dike.”

Fatma her wiha got: "Em bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî li vir in, herêmên xwe û destkeftiyên xwe ji êrişên dewleta Tirkiyeyê ya dagirker û çeteyên wê diparêzin. Bendava Tişrînê dezgeheke jiyanî ye ku av û kehrebê dide herêmên Sûriyeyê, bi çi mafî dagirkerî hewl dide wê hilweşîne?”

Fatma wiha dewam kir: "Erdogan û dewleta wî çiqasî hewl êrişî me bikin, em gelên xwedî îradeyeke xurt in û em ê heta serketinê li hemû herêmên me, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta hundirê Sûriyeyê li ber xwe bidin.”

Şêniyê bi navê Ehmed El Semo yê ji bajarê Girê Spî ku ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin û beşdarî çalakiyê bûye, wiha got: "Em ji hemû pêkhateyan Kurd, Ereb, Ermenî û Tirkmen hatin bendava Şehîdan, bendava berxwedanê. Ev çalakiya me sembola berxwedana li hember çeteyên dewleta Tirk e.”

El Semo ji welatiyên Sûriyeyê yên ku li kêleka çeteyan şer dikin re wiha got: "Em birayên hev in, çima em şerê hev dikin? Gelo ji bo parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê ye? Em weke sivîl li vir in da ku ji cîhanê re bêjin ku emê heta serkeftinê li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk bin.”

Ji 8’ê Çileyê ve, xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên xwe li bendava Tişrînê didomînr û tekez dikin ku ew dev ji wê bernadin.