Hêzên Îsraîlê dîsa ketin Quneytîrayê

Hêzên Îsraîlê careke din ketin nav gundewarên Quneytîrayê û li nêzîkî gundê El Helebî bendeke kontrolê danî.

Hêzên Îsraîlê dîsa ketin Quneytîrayê
23 tîrmeh, 2025   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzên Îsraîlê li ser rêya sereke ya nêzîkî têketina gundê El Helebî yê Quneytîrayê bendeke kontrolê ya leşkerî ya demkî daniye û hejmareke leşker li dora navendeke hêzên rejîma Sûriyeyê ya berê ya li nêzîkê gund, bi cih kirin.

Hêzên Îsraîlê di 21`ê Tîrmehê de jî ketibûn herêmê. Hêzên Îsraîlê bi 3 wesayîtên leşkerî, li rojava û başûrê gundê El Refîd ketin nava axa Sûriyeyê.