Dîmenekî din ê xiyaneta PDKˈê 

Ajansa Rojnewsê dîmenekî din ê xiyaneta PDKˈê parve kir. Di dîmen de derket holê ku PDK ji bo çûn û hatina gel û gerîlayan çavdêrî bike, li navçeya Bilê ya li devera Barzanê, kamerayên veşartî bi cih kirine.

Dîmenekî din ê xiyaneta PDKˈê 
14 cotmeh, 2024   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dîmenên Rojnewsê parve kirine, berpirsê asayîşa navçeya Bilê  Serwan Xelîl Bazî Barzanî ya ser bi herêma Barzanê ve, ji bo şopandina rêyên gerîlayan kamerayeke veşartî bi cih dike.

PDK li gel hevkariya xwe ya berdewam a bi dewleta Tirk a dagirker a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, xizmeta artêşa Tirk a li dijî gelê Kurd û têkoşîna wan a azadiyê didomîne.

Çavkaniyekê ku nexwest navê xwe aşkera bike, dîmenek ku belgeyek din a xiyaneta PDK’ê derxist hole, ji Rojnewsê re şand. Heta niha gelek belgeyên xiyaneta PDK’ê derketine holê. Ya herî dawî jî kemîna kamerayê ku ji aliyê berpirsê asayîşa giştî ya navçeya Bilê yê herêma Barzanê ve ji bo kontrolkirina gelê herêmê û gerîlayan hatiye danîn.

Ji ber çalakiyên bibandor ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku rê nade balefirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li hewa bimînin, hêza hewayî ya dewleta Tirk gelekî lewaz bûye.

Li gorî agahiyên ku heman çavkaniyê dane Rojnewsê, berpirsê asayîşa giştî ya navçeya Bilê diçe dikana Ferhad Mihemed ku kel û pelên wesayîtan difiroşe. Her wiha Ferhad Mihemed ku bi xwe jî di asayîşa PDK’ê de kar dike, kemîna kamerayê ku wê li qadên gerîla were bicihkirin, di 26’ê Tebaxa 2024’an de amade dike û teslîmî berpirsê asayîşa PDK’ê dike.

Berpirsê Asayîşa Bilê yê PDK’ê di 1’ê Îlona 2024’an de vê kamerayê di odeya xwe ya asayîşê de diceribîne. Hemû tevgerên wê rojê di asayîşê de têne kirin, di kemîna kameraya ku tê ceribandin de tê qeydkirin.

Di 5’ê Îlona 2024’an de berpirsê asayîşa Bilê yê PDK’ê li gel 2 kesên din kamerayê li rêya ku difikirin dê gerîla tê re derbas bibin, datînin. Ji bo neyê ferqkirin jî bi awayekî baş dipêçin. Ev kemîna kamerayê ya ku berpirsê PDK’ê daniye, ne gerîlayan tenê tevgerên xelkê herêmê qeyd dike.

Di dema ku dewleta Tirk a dagirker di encama agahiyên îstixbaratî yên PDK’ê de li nav xaka Başûrê Kurdistanê êrişên hewayî pêktîne, destpêkê di medya PDK’ê de li ser êrişê agahî têne belavkirin û êriş tê rewa kirin. Dema mirov li van dîmenan binêre baştir tê fêhmkirin ku çima çapemeniya PDK’ê beriya her kesî van agahiyan radigihîne û hewla rewakirina van êrişan dide.