Di êrişa Hizbullahê de 4 leşkerên Îsraîlê mirin

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, di êrîşa bi dronê ya li dijî baregeheke leşkerî ya li başûrê Heyfayê de 4 leşkerên Îsraîlê mirin.

Di êrişa Hizbullahê de 4 leşkerên Îsraîlê mirin
14 cotmeh, 2024   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullah êrişeke bi balafira bêmirov a ku li herêmê bû sedem ku zêdeyî 60 kes birîndar bibin, girt ser xwe. Piştî vê demeke kurt dîsa Hizbullah ragihand ku fuze avêtine baregeheke leşkerî ya Îsraîlê ya li nêzî Heyfa ya li bakurê welêt.

Artêşa Îsraîlê daxuyanî da û ragihand ku di êrişa Hizbullahê ya li başûrê Heyfayê de 4 leşkerên Îsraîlê mirine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 7 leşker jî bi giranî birîndar bûne.

Hizbullah gef li Îsraîlê xwar ku eger êrişên li Lubnanê dewam bikin, ew ê hîn zêdetir êrişan pêk bînin.