Şêniyên Reqayê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye

Şêniyên kantona Reqayê anîn ziman ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan e û got, dê ji bo azadiyê têkoşînê bidomînin.

Şêniyên Reqayê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye
9 îlon, 2024   03:10
REQA
MIHEMED XELÎL

Şêniyên kantona Reqayê nerazîbûn nîşanî pergalê tecîrdê ya li Îmraliyê dan û gotin, azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî gelan e.

Îsmaîl El Ehmed: Dema me ramanên Rêber Abdullah Ocalan ku banga jiyana hevbeş, azadî, demokrasiyê û berxwedana li hember zulmê dike xwend, me maf û erkên xwe nas kirin. Ji bo ku mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêbertî divê her kes bibin yek.

Fatme Mihemed: Em banga bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin. Rêbertî di bin dirûşma `Jin, Jiyan, Azadî` de  girîngiyeke mezin da jinan. Divê em layîqî vê dirûşmê bin. Divê em xwe birêxistin bikin û li hember zihniyeta baviksalariyê derkevin û hevjiyana azad bi şêwaza herî rast bisepînin.

Şêniya bi navê Tesnîm Mihemed: Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo me gelek girîng e. Azadiya Rêbertî rêya çareserkirina dozên asê yên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê û azadiya jinan e. Jinan bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan maf û erkên xwe nas kirin. Cihê xwe li qadên leşkerî û siyasî girt. Azadiya Rêbertî azadiya me ey.

(şx)

ANHA