Dikanên xwe venekirin, êriş bi meşa bêdeng şermezar kirin

Li Dirbêsiyê bi armanca şermezarkirina sûc û êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Suriyeyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk anîne, dikan nehatin vekirin, meşeke bêdeng hat lidarxistin.

Dikanên xwe venekirin, êriş bi meşa bêdeng şermezar kirin
Dikanên xwe venekirin, êriş bi meşa bêdeng şermezar kirin
Dikanên xwe venekirin, êriş bi meşa bêdeng şermezar kirin
Dikanên xwe venekirin, êriş bi meşa bêdeng şermezar kirin
Dikanên xwe venekirin, êriş bi meşa bêdeng şermezar kirin
Dikanên xwe venekirin, êriş bi meşa bêdeng şermezar kirin
11 ÇILE, 2026   13:23
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Dirêbisyê li dijî êriş û sûcên çeteyên hikumeta demkî yên ku destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşeke bêdeng li dar xist.

Li bajarê ku dikan nehatin vekirin, şênî ji kolanên sereke yên bajar ber bi Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve meşiyan.

Girseyê di meşa bêdeng de piştgiriya ji bo Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi pankartan nîşan da. Di meşê de pankartên bi nivîsên, "Şêxmeqsûdê şêxê rûmetê ye", "Colanî û DAIŞ rûyê yek diravî ne", "Em hemû Ziyad Heleb in", "Na ji terora hikumeta Şamê re", "An mirin, an serkeftin" hatin vekirin.

Meş li  pêşiya Navenda Hêzên  Ewlekariyê  bidawî bû.

(b)

ANHA