Karwana şêniyên Cizîrê û birîndarên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gihiştin Hesekê

Karwana şêniyên kantona Cizîrê, ku ji bo piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ber bi Dêr Hafêrê ve çûbû, vegeriya bajarê Hesekê. Karwanê birîndarên berxwedanê jî bi xwe re anîn û birin nexweşxaneyan.

11 ÇILE, 2026   11:51
HESEKÊ

Karwanê şêniyê kantona Cizîrê, ku duh li ser banga Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ber bi Helebê ve bi rê ketibû, gihîşt çerxerêya Panorama li deriyê başûrê bajarê Hesekê.

Bi karwanê re abmulansên ku birîndarên berxwedanê jî tê de bû hebûn. Birîndar tavilê ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Şehîd Sarya û Nexweşxaneya Gel a li Hesekê.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh hewl dan ku bigihîjin Helebê, lê karwan li Dêr Hafer a li kantona Tebqayê ji ber girtina rêyan ji aliyê çeteyên Hikûmeta Demkî ve hate rawestandin. Di karwanê de de bi sedan şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Zergan, Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer, Til Hemîs, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê hebûn.

(k)

ANHA