Sedem û armancên çaresernekirina dosyaya DAIŞ`ê

Çalakvanên siyasî û oldaran diyar kir ku çareserkirina dosyaya DAIŞ`ê berpirsyariya civat û hêzên navneteweyî ye û erka civaka li herêmê bi rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê bi dawî bûye. Her wiha destnîşan kir ku çareserkirina dosyaya çeteyên girtî û malbatên wan ên di kampan de, erka wan dewletan e ku welatiyên wan di nava vê rêxistina terorîst de ne.

Sedem û armancên çaresernekirina dosyaya DAIŞ`ê
23 nîsan, 2024   05:06
TEBQA
SELAM KÎRWAN

Di girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî de bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê hene. Her wiha bi hezaran malbatên wan jî di 2 kampên cuda de ne. Lê belê heta niha çi qas însiyatîf ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve ji bo çareserkirina dosyaya wan hatine pêşkêşkirin jî, tu dewletek an jî hêzeke navneteweyî piştgiriya wê nekiriye.

Bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê re, vê dosyayê ji bo civaka herêmê û civata navneteweyî, metirsiyên mezin çêkirin. Herî dawî, gelek nîşane derketin holê ku DAIŞ amadekariyên vegerê dike. Her firsendekê bi kar tîne ji bo ku li erdnîgariya sala 2019`an hatiye tunekirin, vegere.

Çalakvanê siyasî û endamê rêveberiya Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Yasir El Kirdî der barê mijarê de got hêzên Koalîsyona Navneteweyî û dewletên ku wlelatiyên wan di nava DAIŞ`ê de hene, ev mijar paşguh kiriye, bi vê paşguhkirinê re derfet ji DAIŞ`ê re  çêdibe ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike û vegere.

El Kirdî wiha axivî: "Ji bo misogerkirina ewlehiya herêmê û ji bo rê li pêşiya vegera DAIŞ`ê bêgirtin, divê rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bê girtin. Divê Koalîsyon û hêzên navneteweyî bi awayekî cidî piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser bikin, ji bo ku vê dosyayê çareser bikin."

Her wiha El Kirdî destnîşan kir ku hevgirtina hewldanên hêzên navneteweyî di vê çarçoveyê de pir girîng e û hevkariya wan bi Rêveberiya Xweser re ji bo çareserkirina dosyaya bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên li herêmê, divê di serî lîsteya hewldanên civata navnetweyî û Koalîsyona Navneteweyî be û ev li gotinên xwe zêde kir: "Heke wisa nebe, wê nekarin destkeftiyên di şerê li dijî terorê de hatine bidestxistin, biparêzin. Dê hewldanên vegerê hebin û dê jiyana bi milyonan li Sûriyeyê, herêmê û cîhanê tev de bikeve xetereyê.”

Têkildarî helwesta dewletên ku welatiyên wan di nava DAIŞ`ê de hene û civata navneteweyî  El Kirdî got: "Li gorî asta gefa DAIŞ`ê, divê plan û mekanîzmayên diyar bên hebin. Heta rê nedin ku ev rêxistin careke din li herêmê vegere. Jilewra divê gavên rastîn bên avêtin. Heke wisa nebe, dê rêxistina terorîst refên xwe xurttir bike, çalaktir bibe û vegere. Dê gelek alî, van geşedanan bi kar bîne. Ev jî dê bi xwe re encamên mezin li ser asta olî, siyasî, aborî û aborî bîne. Yanî em ê dîsa vegerin nuqteya destpêkê. Di encamê de dê tevliheviyeke giştî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê tev da çêbibe."

Bi nêrîna El Kirdî, gelek armancên sereke yên vejandina DAIŞ`ê hene ku gelek alî dixwazin bi rêya wê şerê Rêveberiya Xweser bikin, vê projeyê têk bibin û tevliheviyê li herêmê derxin.

Serokê Meclisa Hevgirtina Al El Beyt a kantona Tebqayê Ednan El Ilêwî bi El Kirdî re di heman fikrê de ye ku ne koalîsyon û ne jî hêzên din naxwazin dosyaya DAIŞ`ê çareser bikin, di serî de dewleta Tirk.

El Ilêwî wiha pê de çû: "Têkiliyeke xurt di navbera dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê de heye. Her du jî, du rûyên diravekê ye. Tirkiye, rolek di avakirina DAIŞ`ê de lîst. Ew dixwaze di vê pêvajoyê de û piştî ku DAIŞ di aliyê erdnîgarî de li herêmê tune bû, dîsa vejîne. Ji bo ku darbe li projeya Rêveberiya Xweser bide. Balkêş e ku bi zêdebûna êrişan li dijî herêmê, DAIŞ çalaktir dibe."

Li gorî El Ilêwî, tu gaveke cidî têkildarî dosyaya DAIŞ`ê û tunekirina wê li herêmê nayê avêtin û mijara tunekirina wê bi hevgirtina civaka herêmê, hêzên wê yên leşkerî û pergala wê ya rêveberî ve girêdayî ye. El Ilêwî bang li her kesî kir ku ji bo têkbirina xetereya DAIŞ`ê di radeya yekemîn de xwe bispêrin hêzên xwe.

El Ilêwî di dawiyê de got: "Hêzên navneteweyî berpirsên encamên vegera DAIŞ`ê ne."

(şx)

ANHA