‘Dîfa Wetenî pezê ku DAIŞ`ê diziye difiroşe’

Xwediyên pez ên ku çeteyên DAIŞ`ê sewalên wan li herêma di navbera rojhilatê Helebê û başûrê Reqayê de dizîne, got çekdarên "Dîfa Wetenî" yên hêzên hikumeta Şamê sewalên wan li herêmên hikumeta Şamê difiroşin.

‘Dîfa Wetenî pezê ku DAIŞ`ê diziye difiroşe’
23 îlon, 2024   15:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji destpêka salê ve çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyeyê û deverên Reqayê yên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de êrişî şivanan dikin û bi hezaran seriyên pez dizîne û gelek şivan jî kuştine.

Vê dawiyê xwediyên pez pê hesîn ku pezên wan li sûkên sewalan ên li Reqayê li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de têne firotin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ev bûyer piştrast kir û diyar kir ku çekdarên "Dîfa Wetenî" yên hikumeta Şamê ew pez ji çeteyên DAIŞ`ê kiriye û li sûkan firotine bazirganên sewalan.

(şx)