Li Siwêdayê fermandarekî nû yê hêzên ewlekariya hundirîn hate erkdarkirin

Komîteya Bilind a Hiqûqî ya parêzgeha Swêdayê ragihand ku dadger Şadî Fayêz Murşid wek fermandarê nû yê hêzên ewlekariya hundirîn yê parêzgehê hate destnîşankirin, ev gav di çarçoveya hewldanên parêzgehê de ji bo birêvebirina karûbarên xwe bi awayekî xweser hatiye avêtin.

Li Siwêdayê fermandarekî nû yê hêzên ewlekariya hundirîn hate erkdarkirin
19 tebax, 2025   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Bilind a Hiqûqî ya parêzgeha Siwêdayê, ragihand ku dadger Şadî Fayêz Murşid li gorî biryara hejmar 5, wek fermandarê hêzên ewlekariya hundirîn ê parêzgehê hatiye erkdarkirin.

Komîteyê, di metna biryarê de ku ji hêla serokê komîteya bilind a hiqûqî, dadger Muhened Ebû Faûr ve hatiye îmzekirin, piştrast kir ku dadger di çarçoveya ji nû ve sazkirina dezgeha ewlehiyê û destnîşankirina erkên nû de hatiye erkdarkirin.

Li bajarê Siwêdayê, xebatên ji nû ve birêxistinkirina saziyên dadwerî û ewlehiyê bi awayekî xweser, li gorî pêvajoya heyî, şert û mercên ewlehiyê û siyasî, didomin.

Hêjayî gotinê ye ku komîteya bilind a hiqûqî a Siwêdayê, ku bi rêveberiya rûhanî ya civaka Durzî ve girêdayî ye, di 6’ê vê mehê de avakirina ofîseke cîbicîkar ya demkî ji bo birêvebirina karûbarên Siwêdayê û gundewarê wê ragihandibû.

(ac/şx)

ANHA