Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê cenazeyên şehîdên Til Rifetê û şehîdê HRE’yê li goristana şehîd Zozan Amanos oxir kirin.

Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 5 şehîd hatin oxirkirin
25 cotmeh, 2024   18:35
ŞEHBA

 Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê bi merasîmeke bi heybet cenazeyên her 4 welatiyan û şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), li goristana şehîd Zozan Amanos oxir kirin.

Dewleta Tirk a dagirker roja çarşemê (23 Cotmehê) bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn û Şehbayê kiribû hedef.  Di encamê de 4 welatî şehîd bûn, ji wan yek zarok e.

Welatiyên ku şehîd bûne Cemîle Weqas Xelîl (37), Melek Şiyar (5), Îbrahîm Şêxo (55), Mihemed Weqfî (47) bûn.

Her wiha şervanê HRE’yê Îskender Efrîn (Rohilat Murad) di qonaxa Duyem a Berxwedana Serdemê de, di 23` Cotemehê gihşt asta şehadetê.

Meclisa Malbata Şehîdan ji bo her 5 şehîdan merasîma oxrkirinê li dar xist. Di Merasîma oxirkirina şehîdan de bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, rûspî û partî beşdar bûn.

Di destpêkê de girseya gel cenazeyên şevanê HRE’yê û her 4 welatiyan ji nexweşxaneya Avrîn wegirtin û ber bi goristana şehîd Zozan Amanso ve bi rê ketin.

Piştî gihiştin goristanê, li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Hacer Miho axivî.

Hacer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êdî ber bi hilweşînê ve diçe. Ji ber vê jî êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike pêk tîne.

Hecer wiha got: "Tirsa me ji çek û topên dewleta Tirk tune ye. Em ê li Şehba berxwedana xwe mezintir bikin. Çekên ku zarokên me pê dikiujin ên dewletên navenetewî ne. zarokên me çi guneh kirin e. Bi berxwedana gelê Efrîn û tevahî Rojava wê sîstema dewleta Tirk hilweş e."

Endamê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Fewzî Mistefa axivî  û wiha got: "Beriya du rojan hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re hate kirin û silvanên Rêber Abdullah Ocalan ji gel re hebû. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî berdêlên pir biha em ê bidin. Êrişên dewleta Tirk li hemberî têkoşîna me nabin bend."

Fewzî diyar kir ku mîna Rêber Abdullah Ocalan gotiye, eger azadî hêsan ba Berîvan û  Ronahiyan agir benedidan bedana xwe. Lewma jî îro jî bi hemî awayî êrişî tevahî xaka Rojavayê Kurdistanê dike. Heya bostek axa Rojava di destê dagirkeriyê de be wê dewleta Tirk bi aramî jiyan neke.

Fewzî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Heya em tevahî xaka dagirkirî rizgar nekin em dest ji têkoşînê bernadin. Her gavê em ji bo azadiyê davêjin em berdêla azadiyê bi xwînê didin. Hebûna me bi gerîlayên azadiyê û şervanên HRE’yê heye."

Li ser navê malbata şehîd Îbrahim, Fethî Mihemed axivî û diyar kir ku ew ê her tim riya şehîdan bişopînin û soz da şehîdan ku dê tola wan li erdê nemîne.

Piştre nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

3 şehîdên li Til Rifet şehîd bûn û şehîdê HRE’yê li goristana şehîd Zozan Amanos hatin oxrkirin. Lê şehîd Mihemed Mihemed a ku li Til Rifetê Şehîd bibû şandin Helebê û li goristana Helebê were oxirkir.

(zş/mh)

ANHA