Di topbarana gundewarê Tebqayê de welatiyek şehîd bû

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundewarê kantona Tebqayê de welatiyê birîndar, şehîd bû.

Di topbarana gundewarê Tebqayê de welatiyek şehîd bû
8 sibat, 2025   22:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya çend kêliyan de çiyayê bajarê Curniyê yê kantona Tebqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran topbaran kir.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, di encama topbarana bêserûber a li dijî çiya û gundên derdora bajêr de welatiyê bi navê Mihemed Murad ê ji gundê Xatûniyê yê bakurê rojhilata bajarê Curniyê birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Tebqayê. Lê ji ber birîndariya giran, Mihemed Murad şehîd bû.

Danê nîvro jî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Aşmê Iwêna yê gundewarê başûrê bajarê Kobanê topbaran kiribû, di encamê de 9 kes, di nav de 7 zarok birîndar bû.

Hemwextî topbarana li dijî gundewarê Tebqayê, dewleta Tirk a dagirker careke din gundê Aşmê, derdora bajarê Sirînê û derdora Bendava Tişrînê topbaran dike.

(fr)

ANHA