Artêşa Lubnanê deverên Sûriyê topbaran kirin

Artêşa Lubnanê daxuyand ku di çarçoveya bersivdana çavkaniyên êrişa dijî xaka Lubnanê de wê deverên Sûriyeyê topbaran kirin.

Artêşa Lubnanê deverên Sûriyê topbaran kirin
8 sibat, 2025   22:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên artêşa Lubnanê deverên Sûriyeyê topbaran kirin û bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa Lubnanê bersiva êrişên li dijî herêmên Lubnanê daye.

Artêşê diyar kir ku li gorî perspektîvên serokê Lubnanê Josêf Ewn yekîneyên leşkerî yên li sînorên bakur û rojhilat belav bûne bersiva êrişên li dijî xaka Lubnanê daye û deverên Sûriyeyê hedef girtin.

Roja pêncşemê, dema hêzên girêdayî desthilata Şamê ber bi bajarokê Hawîk ê sînorê de pêşde diçûn ku deriyên qaçaxtiya çekan û tiştên qedexekirî bigirin, di navbera wê û aliyê Lubnanê de pevçûn çêbûn.

Ruxmî ku aliyê din ê êriş kiriye tam nehat zanîn, lê gelek çavkaniyên çapemeniyê yên ji Sûriyeyê û Lubnanê gotin ew alî girêdayî eşîran in û bi Hizbullah re bi kiryarên qaçaxtiyê tawanbar in.

Berpirsê artêşa Lubnanê Hisên Xedar demek berê ji El Hura re gotibû, "Tu pevçûn li hundirê xaka Lubnanê pêk nehatin, lê li bajarokên hundirê Sûriyeyê ku lubnanî tê de bi cih bûne, hatin kirin."

(fr)