Di topbarana gundekî Eyn Îsayê de welatiyek birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Cideyde yê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kir, di encamê de welatiyek 45 salî birîndar bû.

Di topbarana gundekî Eyn Îsayê de welatiyek birîndar bû
6 ÇILE, 2025   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi guleyên obîs û hawanan gundê Cideyde yê dikeve bakurê bajarê Eyn Îsayê yê kantona Firatê topbaran kir. 

Çavkaniyan diyar kir ku di encama topbarana li dijî gund de welatiyê bi navê Emar Hemed Elî El Hisên (45) birîndar bû.

(fr)