Di teqîna tunelekê de 2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Refehê ya başûrê Xezayê di encama teqandina tunelekê de 2 leşkerên wê hatin kuştin.

Di teqîna tunelekê de 2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin
4 gulan, 2025   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê der barê kuştina du leşkeran de daxuyaniyek li ser Telegramê weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li bajarê Refehê yê başûrê Xezayê du leşker di encama teqîna tuneleke bombekirî de  hatin kuştin.

 Di daxuyaniyê de hate gotin, di bûyerê de kapîtan Noam Ravid û Çawîş Yali Sarur hatin kuştin û û leşkerekî din bi giranî birîndar bû.

Li gorî daxuyaniyê, di şerê duh ê li Xezayê de jî leşkerekî yedek ê Tabûra 7007’an a Tugeya 16’an a Quds bi giranî birîndar bû.

(bb)