Li Hema û Humisê 7 kes hatin qetilkirin

Hate zanîn ku li gundewarên Hema û Humisê di nav de 2 jin 7 kes hatin kuştin.

Li Hema û Humisê 7 kes hatin qetilkirin
4 gulan, 2025   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kirin  ku li gundê Eyn Bedriye yê Hemayê di êrişeke çekdarî de 3 cotkarên bi navên Emced Zoblo, Miseb Zoblo û Yûsif Elî jiyana xwe ji dest dan.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku  li gundê Kefer Nan ê Humisê jî 2 jin di nav de, 2 cotkar dema di nava zeviyan de dixebitîn hatin qetilkirin. Li gorî çavkaniyan navên kesên hatin qetilkirin wiha ne, Nişmiya Îd (60) û hevserê wê Sefa Ebas, Nezmiya Siwêd (47) û Nimêr El Mustefa (45).

(bb)