Di teqîna li Şamê de 4 kes hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn

Li gorî agahiyên destpêkê, di teqîna di hundirê qehwexaneyekê ya li Şamê de 4 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Di teqîna li Şamê de 4 kes hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn
2 tîrmeh, 2026   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend kêliyan li Şamê di hundirê qehwexaneyekê de teqînê çêbûn. Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de 4 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn. 

Teqîn li nêzî avahiya Edaletê ya li herêma El Himêdiyê pêk hat. Ambulans çûn cihê teqînê. Heta niha sedemên teqînê nehatiye zanîn.

(bb)