Şaxê Banka Navendî li Hesekê ji nû ve hat vekirin

Banka Navendî ya Sûriyeyê-Şaxê Parêzgeha Hesekê îro bi merasîmekê hat vekirin.

Şaxê Banka Navendî li Hesekê ji nû ve hat vekirin
2 tîrmeh, 2026   16:45
HESEKÊ

Di merasîma vekirina Şaxê Banka Navendî ya Sûriyeyê ya li Hesekê de parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, rêveberê Banka Navendî ya Sûriyeyê Mihemed Sefwet Rislan û cîgirê parêzgarê Hesekê Ehmed El Hîlalî, tevî hejmarek nûnerên saziyên civaka sivîl amade bûn. Bank bi armanca xurtkirina satora diravî li parêzgehê hat vekirin.

Vekirina şaxê bankê bi qutkirina benê sor dest pê kir. Piştre kesên amade derbasî hundirê avahiya bankê bûn û amadekariyên xebatê şopandin.

Mihemed Sefwet Rislan di dema vekirina bankê de ji rojnamevanan re axivî. Rislan vekirina şaxê bankê li Hesekê wekî gaveke girîng ber bi vegera yek ji saziyên diravî yên herî kevin li Hesekê ve pênase kir.

Rislan anî ziman ku hebûna bankê li Hesekê dê destekê bide qada diraviyê û rola wê ya çavdêrî û rêvebirina çalakiyên bankê xurt dike. Her wiha destnîşan kir ku piştgiriya saktora bank û diraviyê li Hesekê ji bo çalakirina qada aboriyê yek ji armancên pêşîn ên dewletê ye.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed jî ji nû ve vekirina bankê pîroz kir û diyar kir ku ev bank dê bandoreke erênî li rewşa aborî û geşpêdanê ya Hesekê bike.

Cîgirê parêzgarê Hesekê Ehmed El Hîlalî jî got, vekirina banka navendî ya Sûriyeyê di demeke girîng de anku hemwextî serifkirina fatoreyên cotkaran pêk hat.

El Hîlalî anî ziman ku ev gav beşek ji hewldanên pêşxistina xebata diravî, aborî û xizmetguzariyê bi taybet ji bo cotkarên ku li benda fatoreyên xwe ne.

 (bb)