Li Dêrikê qedexeya motorsîklêtan hat şermezarkirin

Xwediyê motorsîklêtan li bajarê Dêrikê bi çalakiyekê biryara qedexekirinê li bajarê Cizîrê red kir.

Li Dêrikê qedexeya motorsîklêtan hat şermezarkirin
2 tîrmeh, 2026   15:58
QAMIŞLO

Bi dehan xwediyên motorsîklêtan li Sûka Navendî ya bajarê Dêrikê ji bo redkirina biryara qedexekirina çûn û hatina motorsîklêtan, çalakiyeke protestokirinê li dar xist.

Çalakvanan diyar kir ku motorsîklêtên wan wesîleya sereke ya çûn û hatina wan in û destnîşan kir ku ev biryar bandoreke neyînî li dabînkirina jêdera debara malbata wan dike.

Çalakvanan daxwaz kir ku li şûna qedexekirinê bila kesên ku qanûnan derbas dikin bên cezakirin. Piranî ajokar motorsîklêtan ji bo karê xwe bi kar tînin.

Her wiha bang li Gerînendetiya Trafîkê kirin ku li şûna qedexeya giştî, kesên qanûnê pêk neynin rastî cezakirinê bîne û çavdêriyê di nava bajêr de zêde bike.

(sb)

ANHA