Di teqîna li başûrê Sûriyeyê de 7 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn

Ji ber teqîna bombeyekê li nuqteyeke leşkerî ya li Cebel El Şêx a li başûrê Sûriyeyê 7 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn.

Di teqîna li başûrê Sûriyeyê de 7 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn
20 tebax, 2025   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îsraîlê da zanîn ku ji ber teqîna bombeyekê di destê leşkeran de, 7 leşkerên îsraîlî birîndar bûne. Ji wan birîna 4 leşkeran giran e û rakirine nexweşxaneyan.

Girêdayî mijarê, berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser Xˊê got: "Hêzên Lîwaya Kifêr di 13ˊê Tebaxa 2025ˊan de terorîst Mihemed Nayif Ebû Şemîle ku serkirdeyê tabûra Nixbê ya baskê leşkerî yê Hemasê ye, li başûrê Xan Yûnisê kuşt."

Adraee got “Ebû Şemîle di komkujiyên 7ˊê Cotmehê de beşdar bû û li dijî artêşa Îsraîlê propagandaya planên terorîstane dikir”.

Adraee destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê û Shin Bet dê xebatên xwe li dijî texrîbkarên destê wan di komkujiyan de hene dewam bikin.

(fr)