Li Hesekê klînîkên gerok dest bi xebatê dikin

Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hesekê bi piştevaniya Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê dê di 1ˊê Îlonê de xebata klînîkên gerok bide destpêkirin.

Li Hesekê klînîkên gerok dest bi xebatê dikin
Li Hesekê klînîkên gerok dest bi xebatê dikin
Li Hesekê klînîkên gerok dest bi xebatê dikin
Li Hesekê klînîkên gerok dest bi xebatê dikin
Li Hesekê klînîkên gerok dest bi xebatê dikin
Li Hesekê klînîkên gerok dest bi xebatê dikin
Li Hesekê klînîkên gerok dest bi xebatê dikin
20 tebax, 2025   14:38
HESEKÊ

Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hesekê bi piştevaniya Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê bi armanca xizmetguzariyan pêşkêş gel bike dê di 1ˊê Îlonê de xebata klînîkên gerok bide destpêkirin.

Îro bi armanca pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji şêniyan re, bi amadebûna şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û nûnerên meclisên xwecih ên bajarên Şedadê, Erîşa, Til Temir û Mergede civînek der barê klînîkên gerok de hat lidarxistin. Civîn li avahiya Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hesekê hat organîzekirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Dr. Memo Entar Xelîl ji bo xebatên klînîkên gerok li gundewarên bajarê Hesekê civînek li dar xist.  

Dr. Memo Enter Xelîl diyar kir ku ev xebat bi alîkariya hin rêxistinên li herêmê dê were meşandin. Di klînîkan de 2 bijîşk, 2 hemşîre, 2 hemşîreyên ji bo nexweşiyên jinan, dermanfiroşek bixebitin. Wê di hefteyê de 2 caran klînîk li gundewarên bajarên navborî bigerin.

Dr. Xelîl diyar kir ku heya ji destê wan bê dê alîkariyan pêşkêşî şêniyan bikin û got: "Em hewl didin vê xebatê xurttir bikin."

Ev xebat dê di 1'ê Îlonê dest pê dike û 31'ê Kanûnê bi dawî dibe.

(zş/fr)

ANHA