Piştî Xameneyî amadekariyên ji bo pêvajoya veguhêz

Piştî kuştina Xameneyî Tehranê ragihand ku ji bo hemû senaryoyan amade ye.  Serokkomarê Îranê, serokê dadweriyê û nûnerek ji Encumena Parêzvanan pêvajoya veguhêz bi rê ve dibin.

Piştî Xameneyî amadekariyên ji bo pêvajoya veguhêz
1 adar, 2026   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ragihandina kuştina Rêberê Bilind Elî Xameneyî, Îran kete nav amadekariyên navxweyî ji bo pêvajoya veguhêz.

AMADEKARIYA JI BO HEMÛ SENARYOYAN

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qaldîbav diyar kir ku Tehran ji bo "hemû senaryoyan", tevî kuştina Rêberê Bilind, amade ye û da zanîn kir ku Amerîka û Îsraîl xetên sor derbas kirine û dê hesabê wê bidin.

RÊVEBIRINA PÊVAJOYA VEGUHÊZ

Şêwirmendê Xameneyî Mihemed Muxbir ji televîzyona dewletê re ragihand ku 3 rayedar; Serokkomar Mesûd Pizeşkiyan, Serokê Dadweriyê Xulam Huseyîn Muhseni Ejei û nûnerek ji Encumena Parêzvanên Destûrê dê pêvajoya veguhêz bi rêve bibin.

Meclisa Neteweyî ya Berxwedana Îranê duh avakirina hikûmeteke demkî ragihand û diyar kir ku armanca wê serweriyê veguhezîne bo gel û komareke demokratîk ava bike.

LI KENDAVÊ ARÎŞEYA LEŞKERÎ

Duh teqînên li pey hev Dubay û Doha hejandin, piştî êrişên Îranê yên li dijî dewletên Kendavê wekî tolhildana êrişên Amerîka û Îsraîlê. Tehran berê niyeta xwe ya hedefgirtina baregehên Amerîkî li herêmê ragihandibû.

(k)