Di şewata li Los Angelesê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Los Angelesê ku duyemîn bajarê herî mezin ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) ye, sê roj in şewateke mezin heye. Hejmara miriyan gihîşt 10 kesan.

Di şewata li Los Angelesê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da
10 ÇILE, 2025   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hate ragihandin ku ji ber şewata li Los Angelesê heta sibeha Înê herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Fikar hene ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Arkuj hîn jî hewl didin şewata li Kalîforniyayê (Li rojavayê DYA'yê) bi taybetî jî li Pacific Palisadesê ku taxeke luks a navdarên Hollywoodê ye, vemirînin.

Ji ber şewatê heta niha qadeke ji 108 kîlometreçargoşeyî şewitî ye ku bi qasî bajarê San Fransico ye. Mal, dikan û dibistan jî di nav de zêdeyî 10 hezar avahî tine bûn, yan jî xisar li wan bû. Ferman hate dayin ku 180 hezar kes ji herêmê bêne veguhestin. Her wiha 1.5 milyon mirov jî bê elektrîk mane.