Nobedarên li Tişrînê: Moralê me bilind e, em ê bendavê biparêzin

Nobedarên li Bendava Tişrînê diyar kirin ku dê heya rawestandina êrişên dagirkeriyê nobetê bidomînin û got: "Moralê me bilind e, em ê bendavê biparêzin."

Nobedarên li Tişrînê: Moralê me bilind e, em ê bendavê biparêzin
10 ÇILE, 2025   10:47
TIŞRÎN

Dewleta Tirk a dagirker a dagirker û çeteyên wê ji 8ˈê Kanûna 2024ˈan de êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê didomînin. Şervanên QSD û YPJˈê jî bersiva êrişan didin û rê nadin bendav were dagirkirin.

Roja çarşemê (8 Çile) bi hezaran şêniyên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên kantonên Cizîrê, Reqa, Tebqa û Firatê ji bo rawestandina êrişan û parastina Bendava Tişrînê berî dan bendavê. Şêniyan li gorî koman xwe bi rêxistin kirine li Bendava Tişrînê nobetê digirin.

Nûçegihana me Dîcel Ehmed ji roja ewil ve nobetê dişopîne, hin wêne û dîmenên  şêniyên li Bendava Tişrînê kişandin.

Tevî sermayê jî şênî bi israr in parastina Bendava Tişrînê bikin, nemaze ku bendav ji bo gelê Sûriyeyê cihekî girîng e.

Komeke nobetê xwe çayê daniye ser agir û xwe li ber agir germ dike, diyar kir ku moralê wan bilind e û dê bendavê biparêzin.

Nobeta li bendavê dewam dike.

Dema ku karwanê gel gihişt xaçerêya bajarê Sirînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat bombebarankirin. Di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn. Rewşa hin birîndaran giran e.

(bb) 

ANHA