Di şerê Ukrayna û Rûsyayê de 4 kes hatin kuştin

Şerê Ukrayna û Rûsyayê ku di sala 2022‘an de dest pê kiriye didome. Hate ragihandin ku di çend saetên dawîn de ji her du aliyan ve 6 kes hatin kuştin.

Di şerê Ukrayna û Rûsyayê de 4 kes hatin kuştin
25 gulan, 2026   11:35

Li gorî rayedarên herêmî yên Rûsyayê, hêzên Ukraynayê herêma Belgorod û Bryansk ên Rûsya ku nêzî sînorê bi Ukraynayê re ne kirin hedef, di encamê de 2 kes hatine kuştin. 

Rayedarên Ukraynayê jî ragihandin ku Rûsya ji duh bi şev heya berbanga îro paytexta Ukraynayê û hinek herêmên dîtir bombebaran kiriye. Rayedaran dane zanîn ku di şer de 4 kes hatine kuştin û 100 kes jî birîndar bûne.

Şerê Rûsya û Ukraynayê sala 2022`an dest pê kir û heyanî niha berdewam dike. Di encama şer de ji her du aliyan ve mirov birîndar dibin û têne kuştin.

(np)