Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li du jinên çalakvan birî

Hat ragihandin ku rejîma Îranê li du çalakvanên jin sal cezayê girtîgehê birî.

Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li du jinên çalakvan birî
25 gulan, 2026   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha parêzgeha Simnanî ya Îranê der barê birîna cezayê girtîgehê li du jinên çalakvan de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku jinên bi navên Fatme Melek Ehmedî û Leyla Remezanî bi tometa peywendîkirina bi medyaya muxalefetê û belavkirina wêneyên bombebarankirinan cezayên girtîgehê lê hatine birîn.

Hatiye diyarkirin ku li Fatme Melek Ehmedî 26 û Leyla Remezanî jî 27 sal cezayê girtîgehê hatine birîn.

Hatiye gotin ku ji bilî cezayê girtîgehê, cezayê bêparhiştina ji xizmetguzariyên dewletê, qedexeya çûna dervey welat, bêparhiştina li endamtiya partî, komên siyasî û civakî jî lê hatine birîn.