Bilindbûna asta ava Çemê Firatê fikarên şêniyên gundewarên Kobanê zêde kir

Di rojên dawî de, piştî ku dewleta Tirk a dagirker deriyên bendavên xwe vekir, asta ava Çemê Firatê bilind bû. Şênî bi fikar in ku av bide ser mal û zeviyên çandiniyê.

Bilindbûna asta ava Çemê Firatê fikarên şêniyên gundewarên Kobanê zêde kir
Bilindbûna asta ava Çemê Firatê fikarên şêniyên gundewarên Kobanê zêde kir
Bilindbûna asta ava Çemê Firatê fikarên şêniyên gundewarên Kobanê zêde kir
Bilindbûna asta ava Çemê Firatê fikarên şêniyên gundewarên Kobanê zêde kir
Bilindbûna asta ava Çemê Firatê fikarên şêniyên gundewarên Kobanê zêde kir
Bilindbûna asta ava Çemê Firatê fikarên şêniyên gundewarên Kobanê zêde kir
Bilindbûna asta ava Çemê Firatê fikarên şêniyên gundewarên Kobanê zêde kir
25 gulan, 2026   11:31
KOBANÊ

Di çend rojên dawîn de asta ava Çemê Firatê bilind bû, erdên çandiniyê û hin deverên nêzîkî çem, bi taybetî gundên li kêleka çem di bin avê de man. Ev yek di nav şêniyan bûye sedema fikaran ku mal û zeviyên wan zirar bibin.

Şêniyê bi navê Xelîl Nasan ê ji gundê Borazê yê Kobanê diyar kir ku asta Çemê Firatê di rojên dawîn de bi lez bilind bûye û niha çend gund bi taybet gundên Boraz, Qumlix, Zarkutik, Qasmiya û Ilcaxê yên nêzîkî çem bi lehiyê re rû bi rû ne.

Nasan destnîşan kir ku bilindbûna berdewam a asta avê dikare zirarê li jiyana şêniyan û erdên wan ên çandiniyê bike.

Nasan ji şêniyan, bi taybetî malbatên bi zarokan, xwest ku di vê demê de ji qeraxên çem dûr bikevin.

Şêniyê bi navê Îbrahîm Mihemed Remo diyar kir ku asta avê di 4 - 5 salên borî de ji ber herikîna qels ava çem kêm bûbû, lê niha asta wê gihîştiye nêzîkî 25 metreyan.

Di sala 1999`an de, piştî avakirina Bendava Tişrînê û çêkirina bendava wê, hin deverên gundewarê rojavayê Kobanê di bin avê de man. Ev yek bû sedema ku gundên Boraz, Qumlix, Eil Ehmar, El Ceida, û Zerkutik di bin avê de bimîne û bi sedan malbatan koçberî deverên cûda yên wekî Menbic, Meskena, Kobanê û gundên derdorê bibin.

Rayedarên herêmî hişyarî dan şêniyan ku nêzîkî deverên nizm nebin. Her wiha  hişyarî dan ku dibe asta ava çem di demên pêş de bilintir bibe.

(k)