Qurbaniyên êrişa Dêra Mar Elyas li Şamê û Siwêdayê hatin oxirkirin

Şêniyên Şam û Siwêdayê qurbaniyên êrişa Dêra Mar Elyas a li taxa Diwêla ya Şamê bi rê û resmên olî oxir kirin.

Qurbaniyên êrişa Dêra Mar Elyas li Şamê û Siwêdayê hatin oxirkirin
Qurbaniyên êrişa Dêra Mar Elyas li Şamê û Siwêdayê hatin oxirkirin
Qurbaniyên êrişa Dêra Mar Elyas li Şamê û Siwêdayê hatin oxirkirin
Qurbaniyên êrişa Dêra Mar Elyas li Şamê û Siwêdayê hatin oxirkirin
Qurbaniyên êrişa Dêra Mar Elyas li Şamê û Siwêdayê hatin oxirkirin
Qurbaniyên êrişa Dêra Mar Elyas li Şamê û Siwêdayê hatin oxirkirin
24 hezîran, 2025   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 22’yê Hezîranê de li dijî Dêra Mar Elyas a taxa Diwêla ya Şamê êrişeke xwekujî pêk hat, di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest da û 63 kes birîndar bûn. 

Îro şêniyên bajarên Şam û Siwêdayê qurbaniyên êrişê bi merasîmeke heybet oxir kirin.

Li Dêra Selîb El Muqedes a taxa El Qesah a Şamê û li Dêra Qidîs Cawirciyos a gundê Xirba yê rojavayê Siwêdayê merasîmên oxirkirinê hatin lidarxistin.

Piştî merasîmên olî, hem li goristana Diwêla ya Şamê hem li goristana gundê Xirba ya Siwêdayê qurbanî di nava xemgîniyekê de hatin veşartin.

(mh/fr)