‛Banga Rêber Apo ji bo pêkanîna aştiyê firsetek e’

Welatiyên bajarê Eyn Îsayê piştgiriya xwe ji banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan re nîşan da û diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ya ji bo aştiyê firseteke dîrokî ye.

‛Banga Rêber Apo ji bo pêkanîna aştiyê firsetek e’
7 adar, 2025   06:17
EYN ÎSA

Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de ku şandeya DEM Partiyê di 27’ê Sibatê de xwendiye, banga aştiyê û avêtina gavên ber bi çareseriyê ve kir.

Gelê herêmê jî diyar kir ku banga aştiyê ya ku sernava peyama Rêber Abdullah Ocalan bû, di naveroka xwe de rêzgirtina vîna gelan, pêkanîna bingehên demokratîk hilgirt. Der barê mijarê de welatiya bi navê Medîne Muslim got: "Banga Rêbertî, banga aştiyê ye û ji bo amadekirina zemînekê ji bo rewşên veguherîna demokrasî û avakirina baweriya dualî, firsetek e. Her wiha ji bo serbesterdana Rêber Apo jî zemînek e."

Medîne wiha domand: "Êdî rûbirûbûna çekdarî tu xizmetê ji her aliyekî re nake. Ji lew re banga Rêbertî di dema xwe ya guncaw de hat."

Medîne Muslim diyar kir ku tevî bangên aştiyê û amadebûna gelên herêmê bi taybetî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo pêkanîna naveroka bangê, lê dîsa jî êriş didomin û wiha pê de çû: “Em bang li dewleta Tirk dikin ku êrişên xwe bi dawî bike û li gorî vê banga dîrokî tev bigere ku aştî pêk were."

Welatiyê bi navê Qeys El Ziyab jî axivî û got: "Li ser gel hatiye ferzkirin ku çekê hilde, da ku xwe biparêze, ne ji bo aşiqê şer e. Banga Rêbertî ji bo pêkanîna aştiyê û rawestandina şeran, firsetek e."

El Ziyab wiha domand: “Gelê herêmê bi xwezaya xwe arasteyê aştîxwaziyê ye, lê ger xeterî hîs kir wê bi hemû hêza xwe parastina xwe bike. Ji lew re divê aliyê din jî vê firsetê qezenc bike da ku aştî misoger bibe, demokrasî û jiyana hevbeş giştî bibe."

(mh/fr)

ANHA