KNK‘ê banga piştgiriya têkoşîna ji bo zimanê dayîkê kir

KNK’ê berxwedana gelê Rojava ya ji bo xwedîderketina li perwerdeya bi zimanê dayikê silav kir û bang li tevahiya Kurdan kir ku piştgiriya vê sekna gelê Rojava bike.

KNK‘ê banga piştgiriya têkoşîna ji bo zimanê dayîkê kir
12 îlon, 2026   16:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî biryara hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li ser perwerdeya bi zimanê dayikê ya li Rojava û berxwedana gelê Rojava daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku her roj bi sed hezaran Rojavayî li qadan bi daxwaza mafên xwe çalakiyan dikin û ew jî piştgiriya van çalakiyên mafdar dikin.

KNK’ê bi bîr xist ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî û jênevegere û ji hikumeta veguhêz a Sûriyeyê xwest, ku tavilê dest ji sekn û êrişên antî-demokratîk ên li ser perwerdeya bi zimanê dayikê berde û vî mafê xwezayî û mafdar nas bike.

Di daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyên li çar aliyên Kurdistanê, dîasporayê û rêxistinên navneteweyî û mirovî hate kirin ku piştgiriyê bidin doz û têkoşîna gelê Rojava.

Bi dewamî hate gotin: “Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî jênevegere û gelên Rojava heta vê daxwaza xwe bi serketinê tacîdar bike wê têkoşîna xwe dewam bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate xwestin ku perwerdeya bi zimanê dayikê bi qanûnî bê pejirandin.