Di rojnameyan de aloziya di navbera Bexda û Washingtonê de û arîşeya li îsraîlê

Rojnameyên Erebî behsa amadekariyên berfireh ên Fransa û Erabistana Siûdî ji bo kongreyeke navneteweyî bo aloziya Filistîn Îsraîlê kirin. Li Îsraîl jî, li dijî erkdarkirinên Netanyahu bûn sedema  arîşeyeke destûrî. Her wiha peymana neftê ya Amerîkî-Kurdî, ku bêyî hevkariya bi Bexdayê re hatî kirin jî bû mijara rojnameyan.

Di rojnameyan de aloziya di navbera Bexda û Washingtonê de û arîşeya li îsraîlê
24 gulan, 2025   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di hejmarên xwe yên îro de der barê pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê, her wiha peymana neftê ya Amerîkî-Kurdî de nivîsîn.

’FRANSA Û EREBÎSTANA SIÛDÎ XWE JI BO KONGREYEYE ÇARESERIYA DU DEWLETAN AMADE DIKIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat ragihand ku Fransa û Erebistana Siûdî bi fermî dest bi amadekariyên kongreyeke navneteweyî ya çareseriya du dewletan (Filistîn û Îsraîlê) kirine. Hate diyarkirin ku ev tevger bi armanca vejandina pêvajoya siyasî ya di nabvbera Filistîn û Îsraîlê de ye.

Rojnameyê diyar kir ku li Parîs û New Yorkê civîn bi beşdarbûna wezîrên karên derve yên Erebistana Siûdî, Misir û Urdunê hatin lidarxistin. Hate gotin, beşdarên civînê bi yekdengî li hev kirin ku avakirina dewleta Filistînê êdî ne bijardeyek e, lê belê "pêdivîyek stratejîk" e.

Rojnameya El Liwaa ya Lubnanî cih da daxuyaniyên serokwezîrê berê yê Îsraîlê Ehud Olmert  ku hikûmeta Netanyahu bi kirina "sûcên şer" û pêkanîna "siyaseta jenosîdê" li Xezayê sûcdar kiriye. Hate gotin, Olmert hişyarî da ku dê hem li hundir hem jî li qada navneteweyî bandorên xirab li Îsraîlê bibin. Olmert ji bo rawestandina binpêkirinan banga lezgîn a destwerdana navneteweyî kir.

ARÎŞEYEKE NÛ DI NAVBERA BEXDA Û WAŞÎNTONÊ DE

Di mijara enerjiyê de jî rojnameya El Ereb ragihand ku aloziyên nû di navbera Bexda û Washingtonê de derketine. Rojnameyê destnîşan kir ku ev alozî piştî ku hikûmeta Iraqê rê neda kompanyayên Amerîkî ku bêyî hevkariya ligel hikûmeta federal rêkeftinên petrolê ligel Herêma Kurdistanê îmze bikin, derket.

Rojnameyê diyar kir ku di demekê de hikûmeta El Sudanî hewl dide bandora Îranê kêm bike ev alozî şikestina peywendiyên di navbera her du aliyan de nîşan dide.

Di heman mijarê de, tê xuyakirin ku guhertinên herêmî yên dramatîk pêk tên weke biryara Amerîkayê ya sivikkirina cezayên li ser Sûriyê û zêdekirina nakokiyan li ser enerjiyê û dosyayên çareseriya siyasî li herêmê.

Li gorî rojnameyê, ev geşedan nîşan didin ku qonaxa bê dê ji bo nûavakirina hevsengiya hêz û hevbendiyan giring be, di vê navberê de her kes li bendê ye ka rojên bê dê di mijarên ewlehî û dîplomatîk de çi bi xwe re bînin.

(k)