Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 7 kes hatin kuştin
Hate zanîn ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 7 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeya îro ya Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA), di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 7 kes hatine kuştin.
Heman ajansê ku têkildarî hurguliyên kuştina 7 kesan de agahî parve kirine, diyar kir ku balafirên bê mirov ên bi çek ên Îsraîlê li taxa Emel a li rojavayê Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê de mala malbata El Medhun bombebaran kir. Ajansê da zanîn ku di encama bombebaranê de tevahiya endamên malbatê (Dê, bav û 2 zarokên wan) jiyana xwe ji dest dan.
WAFA’yê ragihand ku li kampa Nisêrat a naverasta Xezayê mala malbata Cûde hat bombekirin û die ncamê de 2 kes hatin kuştin û hin din birîndar bûn.
Hate ragihandin ku di bombebarana xaniyekî li derdora Mizgefta El Qesa a li Nisêrat de kesek hat kuştin û pitikeke mehek jî di nav de 8 kes birîndar bûn.
Her wiha hate diyarkirin artêşa Îsraîlê herêmên bakurê kampa Nisêrat bi obîsan topbaran kirin.
(bb)