Rûsya: Me 94 dronên Ukraynayê xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê li başûrê rojavay welatê 94 dronên Ukranî xistine.

Rûsya: Me 94 dronên Ukraynayê xistin
24 gulan, 2025   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku wê duh bi şev li herêmên başûrê rojavayê welat 94 dronên ji aliyê hêzên Ukraynayê hatin avêtin, xistine.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin "Pergala parastina hewayî li kantona Belgorodê 64, li Bryanskê 24, li Kurskê 2, li Lipetskê 2, li Voronezhê 1 û li kantona Tulayê jî 1 dron xistine xwarê."

Hêzên Ukraynayê hema hema rojane bi dron û mûşekan deverên sînorî yên li başûrê rojavayê Rûsyayê armanc dikin. Artêşa Rûsyayê pêşveçûna xwe li eniyên leşkerî didomîne.

(bb)