Di rojekê de 9 kes hatin kuştin

Li gorî SOHR, li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 9 kes hatine kuştin.

Di rojekê de 9 kes hatin kuştin
29 gulan, 2025   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de ji ber tundî, êriş û teqîna mayînên bermahiyên şer 9 kes hatin kuştin.

SOHR’ê ku der barê mijarê de hin hurgulî parve kirine, da zanîn ku li bajarokê Mirebeiyê yê Dêrazorê 2 kes ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da, li çolistana El Hemad a li rojhilatê Humsê jî zarokek ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

Hate zanîn ku li çolistana Siwêdayê mayînek ji dûr ve bi dewriyeya hêzên desthilata Şamê ve teqeiya û di encamê de kesek hat kuştin.

Li gorî SOHR’ê, çeteyên dewleta Tirka  dagirker li bajarokê Silûkê yê Girê Spî du kes ji eşîra El Neîm revandin, qetil kirin. her wiha di şer û û pevçûnan de kesek ji eşîra navborî hat kuştin.

 Li herêma Menîn a gundewarê Şamê jî endamekê Tîma Endazyariya Rakirina Mayînan dema li ser peywirê bû, jiyana xwe ji dest da, li ser rêya gundê Kûsa yê rojhilatê bajarê Cerablus çeteyekî dewleta Tirk a dagirker di endama teqîna mayînekê bi erebeya wê ve hat kuştin.

(bb)