99 efserên din ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn der çûn

Di çarçoveya stratejiya pêşxistina rêxistinbûyîna ewlehî û xurtkirina parastina mozaîka civakî de, 99 efserên din ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn der çûn.

99 efserên din ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn der çûn
28 gulan, 2025   23:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro dewreya 5’an a efseran a bi navê "Şehîd Eymen Çolê" bi dawî kir. 

Navendê diyar kir ku hejmara efserên ku ji vê dewrê derçûne gihişt 99 efseran. Wan bernameyek perwerdehiyê ya xurt di warê siyasî, fikrî, ewlehî û zagonî de dîtin û bi serkeftî temam kirin. Ev bername beşek ji planeke yekgirtî bû ku armanca wê efseran ji aliyê fikrî û pîşeyî ve perwerde bike û hişmendî û rola wan di parastina civakê û avakirina pêşeroja Sûriyê de zêde bike.

Hat diyarkirin ku efserên derçûyî di dewreyê de dersên fikrî, siyasî, ewlehî û qanûnî bi armanca pêşxistina asta wan a di xebatên parastina civakê û aramiya herêmê de, girtin.

Di dewreyê de mijarên li ser nirxên exlaqî, berpirsiyariya civakî, parastina azadiyan û destkeftiyên gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêgezên edalet, wekhevî û rêzgirtina ji bo cihêrengiyê jî hatin dayîn.

Navendê aşkera kir ku di dewreyê de yek ji endamên dewreyê şehîd bû û got: "Ev dewre bûyerek biêş bû, ji ber ku yek ji endamên wê (şehîd Lorens) di dema intîşarê de ku bi bûyerên dawî yên piştî hilweşîna rejîma berê re qewimî, bi qehremanî û serbilindî şehîd bû. Vê yekê biryardariya rêhevalên wî zêde kir ku dewreyê bi tevahî temam bikin û bi hestek berpirsiyarî û pabendbûnê bigihîjin armancên xwe."

Di merasîma derçûnê de, Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku ev gav di çarçoveya stratejiya pêşxistina rêxistinbûyîna ewlehî de pêk hat, ku li gorî astengiyên heyî tev bigerin, rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn weke hîmeke bingehîn a parastina mozaîka civakî û avakirina Sûriyeyke demokratîk û ewle, xurt bikin.

(mh/fr)

ANHA