Rojevên îro yên rojnameyên erebî
Rojnameyên erebî diyar kir ku têkçûna dan û standinên di navbera Washington û Tehranê de dikare bibe sedema aloziyê û pêlek nû ya tundûtûjiyê. Rojnameyê da zanîn ku Sûdanê piştî ku teknokrat ji rêvebirinê hatin tayînkirin desthilatê, di nava çiraveke parçebûnê de asê maye.

.Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih dan xitimîna dan û standinên DYA- Îranê, krîza siyasî ya aloz a li Sûdanê piştî tayînkirina Dr. Kamil Îdrîs wek serokwezîr
’DAN Û STANDINÊN ÎRANÊ KENDAVÊ Û ÎSRAÎLÊ ÎZOLE DIKE’
Rojnameya El Şerq El Ewset xetimîna dan û standinên di navbera DYA û Tehranê de nirxand. Hate gotin, tevî daxuyaniyên pêşbinîkirî, lê her du alî tu pêşeketin pêk neanîne û herî kêm li ser xalên bingehîn li hev nekirine. Rojnameyê diyar kir ku nebûna lihevkirinan di navbera her du aliyan de derî ji îhtîmalên xeternak re vedike.
Li gorî rojnameyê, ezmûnên berê jî îsbat kirin ku eger dan û standinan bê encam bin, dibe ku rewşê aloztir bike û bibe sedema pêleke nû ya tundiyê, dibe jî cezayên DYA’yê yên li ser Îranê zêdetir bibin, her wiha îhtîmalên êrişên Îsraîlê zêdetir bibin û di encamê de rola wekîlên Îranê li herêmê zêdetir bibin.
’SÛDAN BÊ PROJE, KAMIL IDRÎS BÊ DEWLET’
Rojnameya El Ereb jî rewşa Sûdanê, bi taybetî piştî tayînkirina Dr. Kamil Idrîs wekî serokwezîrê welat nirxand. Hate diyarkirin "Tayînkirina Kamil Idrîs, bûyerek siyasî ya ji rêzê nîn e, lê belê nîşanek krîzek kûr a pêkhatina saziyên dewleta Sûdanê ye."
Li gorî rojnameyê, "Kamel Îdrîs tevî pozîsyona xwe ya akademîk û ezmûna xwe ya navneteweyî, di rewşekê de hatiye tayînkirin ku ti desthilateke rasteqîn an jî hêzek dikare guhertinek bingehîn tune ye. Lê wekî eniyek sivîl ji bo hevbendiyeke leşkerî-îslamî ya nazik tê bikar anîn ku dixwaze wêneya xwe di çavên civaka navneteweyî de paqij bike."
Rojnameyê bal kişand ser astengiyên sereke yên ku Idrîs pê re rû bi rû ye û ev xal rêz kirin" Ji wan astengiyan; pirbûna navendên biryardanê, dilsoziyên nakok di navbera komên çekdar de, gendeliya saziyan ku bûye avahiyek paralel bi dewletê re. "
Rojnameyê da zanîn "dibe ku bandoar komên îslamîst ên tundrew di nav saziyên dewletê de zêde bibe, ev jî dê her hewldanek ji bo ji nû ve avakirina rêveberiyê an destpêkirina projeyek neteweyî ya berfireh tehdît dike."
Rojnameyê tayînkirina Idrîs wekî "Dermanekî demkî ji fikarên zêde yê navneteweyî re" şîrove kir û wiha nirxandin kir "Sûdan di qonaxekê de dijî ku ne bi mentiqa dewletê, lê bi taktîkên siyasî û mutabeqatên di navbera navendên bandorê de tê birêvebirin."
(bb)