Di roja yekemîn a Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ de 20 çete hatin girtin

Di roja yekemîn a Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ a li Kampa Holê û dora wê de 20 çete ji şaneyên DAIŞˋê hatin girtin û çeteyek jî hat kuştin. Operasyona paqijkirinê li rûbera zêdetirî 100 kîlometre dam dewam dike.

Di roja yekemîn a Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ de 20 çete hatin girtin
Di roja yekemîn a Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ de 20 çete hatin girtin
Di roja yekemîn a Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ de 20 çete hatin girtin
Di roja yekemîn a Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ de 20 çete hatin girtin
Di roja yekemîn a Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ de 20 çete hatin girtin
Di roja yekemîn a Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ de 20 çete hatin girtin
Di roja yekemîn a Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ de 20 çete hatin girtin
Di roja yekemîn a Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ de 20 çete hatin girtin
6 mijdar, 2024   18:13
HESEKÊ

Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku li dijî şaneyên çeteyên DAIŞˋê odeya operasyonên hevbeş bi navê Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ li kampa Holê û dora wê daye destpêkirin, hêzên hevbeş heta niha nêzî 20 çete ji şaneyên DAIŞˋê girtin, yek jî hat kuştin, gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.  

Armanc ji vê operasyonê serdegirtina şaneyên çeteyên DAIŞˋê û hevkarên wê yên ku hewl didin li nêzî Kampa Holê bi cih bûn, bikevin kampê ye, bi taybet piştî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di meha borî de hat hedefgirtin.

Li gorî nûçegihanên me yên ku operasyonên dişopînin û xwe dispêrin fermandarên meydanî, operasyon ji gelek aliyan ve, li herêma di navbera Holê û Til Hemîs, Hol û Hesekê, Hol, Erîşa û Şedadê de bi rûbera zêdetirî 100 kîlometre dam hatiye destpêkirin. Li wan herêman tevger û çalakiyên şaneyên çeteyên DAIŞˋê şopandin.

(fr)

ANHA