Di qezaya li Mêrdînê de 3 kes mirin
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di encama qezaya trafîkê de ji heman malbatê sê kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Kerborana Mêrdînê ajokarê wesayîtekê ji kontrolê derket û wesayîtê qeza kir. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî qezayê tîmên tenduristiyê û rizgariyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di wesayîtê de 8 kes hebûn. Halîm, Hatîce û Eyup Tan ên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Birîndar û miriyan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.
Têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.