Li Helebê bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan panel
Di çarçoveya lidarxistina çalakiyên bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Helebê yekemîn çalakî hat lidarxistin.
Di roja 25'ê Mijdara her sale de, rêxistin û tevgerên jinan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cûrbecûr li dar dixin.
Têkildarî wê, Yekitiya Jinên Ciwan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê paneleke diyalogê li dar xist. Di panelê de endamên meclis, komîn, tevger û rêxistinên jinan beşdar bûn.
Di panelê de perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Medya Miqtad ve hatin xwendin.
Piştre sînevîzyonek li ser cûreyên tundiyê û bandora wê li ser jinan, têkoşîna jinên Kurd ên li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan dimeşin û hewldanên wan ên rizgariya ji koletiyê, hat pêşkêşkirin.
Dûre mijara panelê ya li ser tundiya li ser jinan, cûreyên wê, sedem û bandorên wê, ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Zeyneb Osman ve hat xwendin.
Zeyneb diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan îdeolojiya rizgariya jinan ku azadiya wê û performansa rola wê di tevahî qadên siyasî, leşkerî û aborî de misoger dike, pêşkêş kir.
Zeyneb Osman diyar kir ku ji bo avakirina civakeke polîtîka -exlaqî, pêwist e hemû astengiyên li pêşiya jinan werin rakirin.
Piştî xwendina mijarê beşdaran nîqaş kir. Endama Akademiya Star Dîlan Hebeş diyar kir ku ji bo çareserkirina diyardeya tundiya li ser jinan, pêwistî bi vegera li dîroka wê heye.
Dîlan Hebeş destnîşan kir ku dewletên hegemonîk her tim banga azadiya jinan dikin û îdia dikin ku piştgiriya pêkanîna vê azadiyê dikin, lê belê ev tenê tedbîrên şeklî û dûrî rastiyê ne, ji wê zêdetir ev dewlet bazariganiya jinan dike, enerjiyên wan ji bo xizmetî ajande û berjewendiyên xwe bi kar tînin.
(mh/fr)
ANHA