Rûspiyên Girkê Legê û Desteya Jinan: Em bi QSDˈê re ne

Rûsiyên Girkê Legê û Desteya Jinan a Kantona Tebqayê li dijî êrişan banga hevgirtinê kir û piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman.

Rûspiyên Girkê Legê û Desteya Jinan: Em bi QSDˈê re ne
6 kanûn, 2024   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê li pêşiya avahiya perwerdeyê kom bûn û daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Rûspiyê êla Benî Sebha, Salih Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Guhertinên li Sûriyeyê rû didin, hilweşandina hikumeta Şamê li hemberî komên çekdar ên Heyet Tehrîr El Şam û komên Ceyş El Wetenî yên girêdayî Tirkiye, kontrola wan a li Heleb û Hemayê hewldanek ji bo koçberkirina sivîlan e. Di heman demê de kiryarekî nîjadperestî ji bo razîkirina Tirkiye ya faşîst e."

Di daxuyaniyê de hikumeta Şamê wekî berpirsa êşa gelê Sûriyeyê hat dîtin. Hate bi bîrxistin hikumeta Şamê ya çareseriyên aştiyane red dike sedema aloziya zêdetirî 10 salan a li Sûriyeyê ye.

Di dawaiya daxuyaniyê de ev bangawazî hatin kirin "Em rûspî û oldarîn li bajarê Girkê Legê bang dikin, sivîlan ji planên mêtîngeriyê yên Tirkiye yên li ser xaka Sûriyeyê biparêzin û li ber hewldanên wê yên têkbirina projeya Rêveberiya Xweser bigirin. Em bi QSDˈê re ne. Em bang li keç û xortên xwe dikin ku tev li QSDˈê bibin."

TEBQA

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê jî duh daxuyaniyek li hola werzîşê yê li Tebqayê da. Daxuyanî bi amadebûna endam û nunerên tevgerên jinan hate dayîn.

Cîgira seroka Desteya Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sewsen Xelef daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser xaka Sûriyeyê hatin şermezarkirin û berxwedana gelê Heleb û Şehbayê hat silavkirin.

Sewsen diyar kir ku armanc ji êrişên li ser herêmê qirkirin û têkbirina projeya demokratîk a li herêmê ye û got: "Em têkoşînê bidomînin û destkeftiyên xwe biparêzin."

Sewsen Xelef banga hevgirtinê li tevahî pêkhateyan kir, her wiha bang li rêxistinên hiqûq kir ku bi erka xwe rabin û li ber êrişan bigirin.

(bb)

ANHA

girkê legê