Di panelekê de banga xurtikirina hevgirtinê hat kirin

Beşdarên panela ku ji hêla Kongreya Îslama Demokratîk ve li bajarê Dêrikê hate lidarxistin, bal kişandin ser girîngiya hevgirtina civakî û pêşxistina rola jinan.

Di panelekê de banga xurtikirina hevgirtinê hat kirin
Di panelekê de banga xurtikirina hevgirtinê hat kirin
Di panelekê de banga xurtikirina hevgirtinê hat kirin
Di panelekê de banga xurtikirina hevgirtinê hat kirin
Di panelekê de banga xurtikirina hevgirtinê hat kirin
28 nîsan, 2026   14:44
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk îro bi dirûşma "Bi Hev re Ji Bo Avakirina Civakeke Demokratîk a Hevgirtî" panelek li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya li Dêrikê li dar xist. Bi dehan endamên kongreyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî panelê bûn.

Panelê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre serokê Hevgirtina Al El Beyet Sînan Seydoş  axivî û got: "Divê em îslama demokratîk û îslama otorîter ji hev cuda bikin. Îslama demokratîk baweriyê bi nirxên mirovan û mafên her welatiyekî/ê tîne û rûmeta gel diparêze. Lê îslama otorîter mirovan ji maf û rûmeta wan binpê dike."

Seydoş banga belavkirina nirxên hezkirin û hevgirtinê kir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê em bi rêya Îslama demokratîk hezkirin, edalet û jiyana hevbeş ava bikin û li dijî otorîterîzma li ser bingeha berjewendiyên kesane şer bikin. Divê em hevgirtina civakî xurt bikin û nîşan bidin ku demokrasî rêya parastina destkeftiyên gel e. "

Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk Evîn Hecî jî destnîşan kir ku jinan ji ber înkarkirina mafên xwe û jiholêrakirina nasname û kesayetiya xwe di nav civakên otorîter de gelek êş kişandine, îro, hikûmeta demkî vê nêzîkatiyê bi didomîne.

Panal bi gotûbêjên di navbera beşdaran de dewam kir. Beşdaran bal kişandin ser girîngiya hevgirtina civakî.

(k)