Di şerê Rûsya û Ukraynayê de 4 sivîl hatin kuştin

Hate ragihandin ku di encama şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de 4 sivîl hatin kuştin.

Di şerê Rûsya û Ukraynayê de 4 sivîl hatin kuştin
28 nîsan, 2026   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê herêma sînorî ya Belgorodê ya Rûsyayê Vyacheslav Gladkov ragihand ku di êrişên hêzên Ukraynayê yên li ser bajarokê Voznesînovka û Boberva de 3 sivîl hatine kuştin û 3 sivîl jî birîndar bûne. 

Rayedarên herêma Dnîpropetrovskê ya Ukraynayê jî anîn ziman ku Rûsya bajarê Crevi Rih bi mûşekan bombebaran kirin, di encamê de sivîlekî 40 salî hatiye kuştin û 5 sivîl jî birîndar bûne.

Hêzên Hawayî yên Ukraynayê ragihand ku di êrişa duh (duşemê) ya di saetên şev de ku ji aliyê Rûsya ve pêk hatiye, wan ji sed û 23 balafirên bêmirov ên Rûsya 95 balafir bê bandor kirine.

Li bajarê Toabsî yê Rûsya ku nêzî derya Reş e, dema ku xirdeyên balafireke bê mirov a Ukraynê ketine xwarê agir bi parzûngeha petrolê ketiye.

(np)